Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Rojnamegerê girtî yê Almanî-Tirkiyeyî, Denîz Yucelî eşkere kir ku ew naxwaze di dema hevpeymana ticareta firatina çekan de navê wî bê gotin.
Li gor nûçeya Deutsche Welleyê kirî Tirkî, di dema ticareta çekan de behsa girtîbûna Yucelî hatiye kirin. Deniz Yucelî gotiye di bazarên reş de divê navê wî nebe.
Yucelî diyar kir tecrîdkirina wî cûreyekê îşkenceyê ye.
Bixwîne - Denîz Yûcel, nûçegihanê Die Weltê ji girtîgehê nameyek nivîsî
Hê jî li ser Yucelî îdianameyek nehatiye amadekirin ji bo vê yekê Yucelî gotiye:
“An serdozgeriyê ez ji bîr kirime an jî fermanek ji wê re hatiye...”
Nehat îmzekirin
Wezîrê karên derve yê Almanyayê Sigmar Gabrielî dihevpeyvînekê de ku Di Weltê pê re kiribû gotiye wan peymana ji bo firotina gelek çekan îmza nekiriye. Heta kêşeya Yucelî çareser nebe ev yek dê neyê kirin.
Çi bûbû?
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yûcel 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” biryara girtina wî da.
Yûcel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten, Omer Çelîk û Mahîr Kanat jî hatine girtin.Li gor nûçeya Sabahê ya di 25ê Kanûna Pêşiyê de hatî nivîsîn, di heman rojê de 9 rojnameger hatine desteserkirin lê ji ber ku Denîz Yûcel li derveyî welatî ye nehatiye desteserkirin.(EC/EA/MB)