Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) li ser sînorê Sûriyeyê sewqiyatên leşkerî dike. Tê diyarkirin ku hêza sereke ya operasyona li ser Efrînê dê Artêşa Azad a Sûriyeyê be.
Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku “hewildaneka ji bo dagirkirina Efrînê dê rewşeka wek salên destpêkê yên şerê li Sûriyeyê çêbike. Dê bibe sebeb ku şerekê li erdnîgariya berfireh dê dest pê bike û demekê dirêj bidome.
Bixwîne - "Li Sûriyeyê kesên qûngemar gefan li me dixwin"
“Efrîna ku Erdoganî(serokkomar û serokê Partiya Dad û Geşepêdanê, AKPyê) kiriye armanca xwe, bajarek e: meclîseka ji Kurd, Ereb, Tirkmen û Asûriyan pêk tê bi rê ve dibe.
“Efrîn ji destpêka şerê li Sûriyeyê ve ji bo sivîlan wek cihekê ewle ye.
“Halê hazir nêzîkî nîv milyon mirovan li wê derê dijîn.”
(PT/MB)
Wêne: AA, Şervanekê Artêşa Azad ya Sûriyeyê ku wêneyê Polat Alemdarî li ser fanîlê wî heye.