Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Seyran Demîrê ji girtîgehê ji bo Komeleya Mafên Mirovan nameyek şandiye. Wê gotiye ew ketiye nexweşiyên penceşêr û Hepatit-Byê gelek zeîf bûye û bûye 35 kîlo.
Demîrê diyar kir ew bi wesayita girtîgehê ji bo nexweşxaneyê hatiye birin. Wê got ji ber ku her devê birîn di devê wê de çêdibin, ew mecbûr dimîne ku bi hewdelê xwe têr bike û bi vê yekê zeîf dibe.
Bavê Seyran Demîrê, Nadir Demir di 17ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê bi telefonê bi keça xwe re axiviye.
Wî got:
“Bi tenê du didan di devê wê de mane. Mecbûr e bi hewdelê xwe têr bike.”
Di sala 2006ê li Nexweşxaneya Geverê teşhîsa penceşêrê ji bo Seyran Demîrê hatiye kirin. Di sala 2013ê de ew hatiye girtin û ji bo Girtîgeha Mûşê hatiye rêkirin. Paşê ji bo Girtîgeha Tarsûsê hatiye birin.
Parlementerê Agirîyê yê ji Partiya Gelan a Demokratîk, Berdan Oztûrkî li ser vê bûyerê pirsnameyek da meclîsê.
Berdan Oztûrkî di pirsnameyê de pirsiye:
Gelo ji aliyê hiqûqê ve çi asteng li pêşiya tehlîyekirin û li derve dermankirina Seyran Demîrê hene?
(AS/MB)
Wêne: Ajansa Mezopotamyayê