Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn li ser serlêdana Şahîn Alpay û Mehmet Altan rojnamegerên bi rengekî pirdengî biryar girt ku bila tehliye bibin.
Parêzer Veysel Ok ji bianetê re axivî û wî got, Dadgeha Destûra Bingehîn pesend kir ku ji ber zêdetirî salekê girtî mane neheqî li wan hatiye kirin. Okî diyar kir ku wî naveroka biryarê nedîtiye lê ew hêvî dike ku ev biryar bi kêrî hemû rojnamegeran bê:
“Serlêdana min a derbarê Altanî ya ji bo Destûra Bingehîn de serlêdana pêşiyê ya piştî 15yê Tîrmehê bû. Min di meha Tebaxê de serlêdan kiribû. Ji bo rojnamegeriyê biryareke girîng e ku piştî zêdetirî salekê girtî mane Dadgeha Destûra Bingehîn li ser nîqaş kiriye û biryara binpêkirinê daye.
“Ji hêla azadiya xweîfadekirinê, biryareke girîng e. Pesendiya wî tiştî hat kirin ku girtîtiya salekê neheqiye.”
“Min naveroka biryarê nedîtiye, lê ez hêvî dikim ku naveroka biryarê bi kêrî hemû rojnamegeran bê. Bi vî awayî wê pêşiya hemû rojnamegerên ku bi rengekî neheq girtî ne vebe û li Tirkiyeyê azadiya xweîfadekirinê bi cî be.”
Okî destnîşan kir ku biryara Dadgeha Destûrê hemû dadgeh û saziyên îdarî girê dide û piştî bi biryarê serî li dadgehê bidin ew li bendene îro serbest bimînin.
Çi bûbû?
Şahîn Alpay piştî hewldana derbayê ya 15yê Tîrmehê, 27ê Tîrmehê ya 2016yê di pêla pêşiyê ya desteserkirinan de hat desteserkirin. Ji wê gavê heta niha girtî bû.
Mehmet Altan jî di heman çarçoveyê de heman rojê hatibû desteserkirin û di 22yê Îlonê de hatibû girtin.
Alpay di doza rojnamegeriya Zamanê de, Altan jî di doza medyayê ya hewldana derbeyê de dihatin dadgehkirin û girtî bûn.
Derbarê Şahîn Alpayî de
Nivîskar, zanyarê siyasetê û rojnameger.
Sala 1944ê li Ayvalikê ji dayik bûye. Dibistana seretayî Dibistana Nîlufer Hatûn a Nîşantaşiyê xwendiye. Koleja Robertê qedandiye. Salên 1961-1962yê li DYAyê xwend. Fakulteya Zanistên Siyasî li Zanîngeha Enqereyê xwendiye. Dema ciwan bû li Partiya Şoreşvan a Karker û Gundiyan a Tirkiyeyê de cî girtiye ku serokê wê Dogû Perînçek bû.
Li Zanîngeha Stockholmê ya Swêdê doktora xwendiye. Di navbera salên 1982 û 1992yê de di Rojnameya Cûmhûriyetê de, di navbera salên 1993 û 1994ê de di rojnameya Sabahê de, di navbera salên 1994 û 2001yê de di rojnameya Milliyetê de weke edîtor û nivîskar kar kiriye. Di navbera salên 1992 û 1993yê de sekreteriya giştî ya Weqfa Lêkolînên Siyasî Ekonomîk û Sosyal a Tirkiyeyê (TUSES) kiriye û sala 1993yê demekê weke şêwirmendê komê yê CHPyê xebitî ye.
Di navbera salên 1999 û 2002yê de programa heftane ya bi navê “Nêrîna Entelektuel” li CNN Turkê bi rê ve biriye.
Sala 2001yê li Zanîngeha Bahçeşehîrê dersên Jiyana Siyasî ya Tirkan û Polîtîkaya Danberhev daye. Sala 2002yê li rojnameya Zamanê dest bi nivîsê kir. Di sala 2006ê de di Mehtap TVyê de yek ji pêşkêşvanên programa bi navê Deftera Hişê bû. Rojnameya Zamanê û Mehtap TV Tîrmeha sala 2016yê bi KHKyekê hatin girtin.
Bi Ingilîzî û Swêdî dizane. Zewicî ye û bavê du zarokan e.
Derbarê Mehmet Altanî de
Nivîskar, di Beşa Polîtîkayên Îqtîsadiyê ya Fakulteya Iqtîsadê ya Zanîngeha Stenbolê de dersdar bû, profesor e.
Bûye nûçegîhanê Parîsê yê Rojnameya Cûmhûriyetê, di rojnameyên Sabah û Starê de quncik nivîsandiye, di kanalên televizyonan de programên guftûgoyê amade kiriye, bi rê ve biriye û pêşkêş kiriye.
Di navbera salên 1985 û 2013yê de 35 pirtûk nivîsandiye.
Kanûna Paşiyê ya sala 1953yê li Enqereyê ji dayik bûye. Akademiya Zanyariyên Bazirganî, İqtisadî ya Stenbolê qedandiye. Piştî ku li Parîsê di Zanîngeha Yekem Pantheon Sorboonne li ser têkiliyên Tirkiye û IMFyê kar kir, sala 1980yî bû pispor, bi teza xwe ya li ser têkiliyên Tirkiyeyê yên bi DYA û Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan nîşaneya doktoraya îqtîsatê stand.
Kurê Çetîn Altanê nivîskar û birayê Ahmet Altanî ye. (BK/FD)