Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Tûnûsê ji ber bihabûna kelûpelên kirînê û zêdebûna bacê xwenîşandaran dest bi xwenîşandanan kirine. Polîsan 200 xwenîşandar desteser kirine.
Piştî Bihara Ereban ya di sala 2010ê de hatibû kirin li Tûnûsê jî “Şoreşa Sosinê” hatibû kirin. Wezareta Karên Navxweyî ya Tûnûsê da zanîn ku xwenîşandanan ji şeva dî ve dest pê kiriye. Di xwenîşandanan de 200 xwenîşandar hatine desteserkirin. Herweha 50 endamên hêzên çekdar ên fermî jî birîndar bûne.
Tunisian police disperse protests against price hikes with tear gas https://t.co/5JgSoqyVln pic.twitter.com/UZPhOGOKwQ
— Ruptly (@Ruptly) 9 Ocak 2018
Serokwezîr: Dizî û talan..
Serokwezîrê Tûnûsê eşkere kir ku tiştên ew dibîne “ne xwenîşandanek e, dizî, talankirin û êrîşa li xelkê ye.”
Berdevkê Çepera Gelparêz, Hamam Hamamî yî eşkere kir ku xwenîşandan meşrû ne. Ji ber zêdebûna bihayê pêwîstiyên jiyanê xelk xwe nîşan didin. (PT/MB)
Çavkanî: DHA, Euro News, Guardian, CNN