Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
10 jinên ku li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Elezîzê 61 roj in li hemberî binpêkirina mafan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêveger de ne şandin girtîgehên din.
Parêzer Bunyamîn Şeker ji Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û gotiye ku Helîn Yapici, Salîha Cebe, Rozerîn Ildan, Dilşat Şengul, Vesîle Paçal, Bahar Ûlûbay, Ayten Kordû, Dîlan Barîn, Medîne Fîdan û Zeynep Yildirim ên di qawîşên C4 û C6ê de ne û greva birçîbûnê ya bêdem û bêveger didomînin şandine girtîgehên din.
Jinên girtî şandine girtîgeha Agirî, navçeya Hîlwanê ya Rihayê, Erzirom, Osmaniye, Mereş û Ordûyê.
Buroya Hiqûqê ya Bindestan jî aşkere kir ku İlke Başak Baydar jî şandine Girtîgeha Tîpa T2yê ya Hîlwanê. Baydar di êrîşa Pirsûsê de birîndar bûbû û piştî hatibû girtin ketibû greva birçûbûnê ya dorveger.
Çi bûbû?
6 jinên girtî bi daxwaza ku binpêkirinên mafan û kiryarên xerab ên li girtîgehê, 10ê Çiriya Paşiyê ya 2017yê dest bi greva birçîbûnê kirin. 10ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê 4 jinên din beşdarî greva birçîbûnê bûn.
Baroya Amedê piştî ku bi jinên girtî re axivî bû diyar kiribû ku “rêveberiya girtîgehê beriya niha bi demeke dirêj li ser girtiyan ferz kiribû ku ji derveyî qawîşan nasnameyên girtiyan li ser xwe bigerînin. Girtî vê kiryarê neheq, dijhiqûqî, şikenandina rûmetê û dijmirovî dibînin. Xebatkarên girtîgehê girtiyên ku vê kiryarê qebûl nakin û nasnameyan li ser xwe nagerînin dernaxin hevdîtina malbat û parêzeran, cezayê ragihandinê, dernexistina xebata hobiyê û hewşa qawîşê.” (AS/FD)