Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Berdevkê hikûmetê Bekir Bozdagî, piştî civîna Dîwana Wezîran diyar kir ku Rewşa Awarte dê dîsa bê dirêjkirin. Heke bê dirêjkirin dê bibe cara 6. ku Rewşa Awarte tê îlankirin.
Encamên Halê Awarte
Li gor encamnameya IHDyê eşkere kirî, Wezareta Dadê eşkere kiriye ku di dema Halê Awarte de:
“169 hezar û 13 kes hatine desteserkirin. 50 hezar û 510 kes hatine girtin. 43 hezar û 489 kes bi şertê kontrola edlî hatine serbestberdan. 8 hezar û 87 kes qaçax in.
Bixwîne – MGK: Bila Rewşa Awarte 3 mehên din bê dirêjkirin
“Bi biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de [hikûmetê] dest danî ser birêvebiriya 94 şaredariyan. Şaredarên 98 ji wan şaredariyan ji Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) bûne.
Bixwîne - “Divê dema Halê Awarte neyê dirêjkirin”
“Bi biryara Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran(HSYK) 4 hezar û 240 dadger û dozger ji karê wan hatine avêtin.
“113 hezar 440 karmendên dewletê ji karî hatine avêtin.
“1412 komele û 139 weqif hatin girtin.”
Rewşa Awarte û Qanûna Bingehîn
Di beşa sêyem a Qanûna Bingehîn de, di maddeya 119ê de tê eşkerekirin ku “di dema felaket û tevliheviya ekonomîk de” tê îlankirin.
Her dîsa “eşkerebûna nîşanên tûndkariya ku dikare belav bibe û bi vm yekê heke rêkûpêkiya civakê têk biçe” Rewşa Awarte tê eşkerekirin.
Îlankirina Rewşa Awarte
Piştî Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê, di 21ê Tîrmehê de parlamentoyê li Tirkiyeyê Rewşa Awarte îlan kir.
Di 19ê Çiriya pêşiyê de dema rewşa awarte temam bû û Lijneya Ewlehiya Neteweyî dem sê mehan dirêj kir. Piştî hingê her sê mehan carekê hat dirêjkirin û bi temamî 5 caran Rewşa Awarte hat îlankirin.(PT/MB)