Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Bedlîsê aşkere kir ku li 13 gund, gundik û taxên Bedlîsê derketina derve hatiye qedexekirin û qedexeya li navçeyên Hîzan, Norşîn û Motkiyê hatiye rakirin.
Biryara qedexeyê ji bo gund, gundik û taxên Çeltikli, Aşağıbalcılar, Yukarıbalcılar, Karakuş, Kalupat, Ilıcak, Oğulcak, Başmaklı, Üçevler, Doğruyol, Dereağzı, Aşağıyuvacık, Kavakdibiyê hatiye standin ku wê îro dest pê bike û di navbera saetên 16.00 û 07.00ê de pêk bê.
Walîtiyê biryara qedexeyê di çarçoveya Yaseya Birêvirinê ya Bajêr ya hejmar 5442yê standiye.
Walîtiyê her wiha diyar kiriye ku biryara qedexeyê ya 2yê Kanûna Paşiyê ya ji bo navçeya Hîzanê hatiye standin jî hatiye rakirin.
Dîsa biryara qedexeyê ya ji bo navçeyên Motkî û Norşînê jî hate rakirin ku di 11yê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de hatibû îlankirin. (AS/FD)