00:01 nûkirina paşiyê
Ji Bo Bûltena Bianetê Bibe Abone
facebook twitter rss youtube
  • BİANET
    1. Anasayfa
    2. Haber Listesi
    3. Yazarlar
    4. Galeriler
    5. Özel Dosyalar
  • BİAMAG
    1. Anasayfa
    2. Yazılar
    3. Yazarlar
    4. Galeriler
    5. Bia Kitaplığı
  • KURDÎ
    1. Destpêk
    2. Nûçe
    3. Nivîskar
    4. Galerî
    5. Têkilî
  • ENGLISH
    1. Homepage
    2. News-Articles
    3. Bylines
    4. Galleries
    5. About Us
  • KADIN-LGBTİ
    1. Anasayfa
    2. Haber Listesi
    3. Erkek Şiddeti-Çetele
    4. Şiddete Uğrarsanız
    5. Bağlantılar
  • ÇOCUK
    1. Anasayfa
    2. Haber Listesi
    3. Yazarlar
    4. Çocuklardan
    5. Bağlantılar

Lîsteya Nûçeyan

  • Bianet
  • Biamag
  • Kurdî
  • English
  • Kadın
  • Çocuk

Ji bo nûçeya Tirkî  bitikîne

41 hunermend ji bo piştgiriyê bidin Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Anadolu Kulturê, mafparêz û karmend duh (7ê Kanûna Paşiyê) li ber Girtîgeha Sîlîvriyê kom bûn. Komê azadiya Kavalayî xwest ku Kavala ji 1ê Çiriya Paşiyê û vir ve girti ye. Komê li vir pankarek hilda ku li ser wê “Em li vir in” nivîsandibû.

Hunermend û xebatkarên saziyên çand û hunerê li vir daxuyaniyek xwendin:

“Serdana me ji bo Osman Kavalayê xoşewîst û hemû girtiyên bêsûc ên li Tirkiyeyê ji ber fikr û ramanên xwe, bi hincetên siyasî û bi neheqî ji azadiya xwe hatine bêparkirin e.”

Navê kesên ku piştgirî dane Kavalayî wiha ne:

Aybike Haydaroğlu, Aykan Safoğlu, Ayşe Soylu, Banu Cennetoğlu, Burcu Yağcıoğlu, Burçak Bingöl, Ceren Erdem, Çelenk Bafra, Didem Özbek, Ece Eldek. Emre Hüner, Esra Aysun, Fatma Belkıs, Fatma Bucak, Fulya Çetin, Gümüş Özdeş, Hale Tenger, Hera Büyüktaşçıyan, İlhan Sayın, İz Öztat, Mehmet Güleryüz, Merve Elveren, Merve Ünsal, Murat Deha Boduroğlu,Murat Morova, Murat Akagündüz, Nalan Yırtmaç, Osman Bozkurt, Osman Erden, Özlem Şimşek, Selda Asal, Serkan Taycan, Şafak Çatalbaş, Ülgen Semerci, Ünal Bostancı, Vahit Tuna, Volkan Aslan, Yasemin Nur, Yavuz Parlar, Zeycan Alkış, Zeynep Beler.

Çi bûbû?

Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.

Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.

Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke “Sorosê Tirkiyeyê” bi nav kiribû. 

Kavala 1ê Çiriya Paşiyê hatibû girtin.

Osman Kavala kî ye?

Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.

Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.

Tevlî Mûrat Belge di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.

Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonya, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).

Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyên Helsînkiyê, û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye. (HK/FD)

Dostên Kavalayî yên hunermend daxwaza azadiya wî kirin
Koma ji 41 kesan pêk dihat li ber Girtîgeha Sîlîvriyê daxwaza azadiya Osman Kavalayî kirin ku kom ji hunermend û xebatkarên saziyên çand û hunerê pêk dihat.
Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê 08 Kanûna Paşiyê 2018, Duşem 10:21
Vê nûçeyê bi maîlê parve bike.
Kapat

Miftegotin

  • Osman Kavala
  • Girtîgeha Silivriyê
  • Girtîgeha Sîlîvriyê

Nûçeyên Têkildar

  • Malpera osmankavala.org hat vekirin: Azadî ji bo Osman Kavalayî 08 Çiriya Paşiyê 2017
    Di malpera osmankavala.orgê de hûn dikarin hemû daxuyaniyên derbarê pêvajoya girtina Kavalayî û ...
  • Dadgeha Stenbolê biryara girtina Osman Kavalayî da 01 Çiriya Paşiyê 2017
    Dadgeheka Stenbolê biryara girtina Osman Kavalayê karsaz da. ...

Nivîsên Pirxwendî Yên Îro

  • HDPyê di salvegera Qirkirina Ermeniyan de banga rûbirûbûyînê kir 24 Nîsan 2018
  • Li Şirnexê leşkerek miriye 24 Nîsan 2018
  • Li Semsûrê erd hejiya 24 Nîsan 2018
  • Jimara Duyem ya Derwazeyê derketiye 24 Nîsan 2018
  • 8emîn daneşîna doza rojnameya Cûmhûriyetê dest pê kir 24 Nîsan 2018
  • BİANET
  • BİAMAG
  • KURDÎ
  • ENGLISH
  • KADIN-LGBTİ
  • ÇOCUK
YeniHayat Bilişim

Ev malper ji aliyê Weqfa IPSyê ve, bi piştgiriya Ajansa Geşepêdana Navneteweyî ya Swêdê(SIDA), bi projeya ‘Rojnamegeriya ji bo gelan, azadiya ji bo rojnamegeran’ a bi kurtenavê BİA3yê weşanê dike. Berpirsa naveroka malperê bi tenê Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, bi ti awayî SIDA ne berpirsa naverokê ye.