Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtina digel serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî çû bajarê Parîsê yê Fransayê. Li wê derê xwenîşanderan çûna Erdoganî protesto kir.
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) li ber deriyê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Parîsê xwenîşandanek pêk anî. Xwenîşandaran di xwenîşandanê de wêneyên rojnamegerên girtî Ahmet Şık, Şahin Alpay, Ahmet Altan, Deniz Yücel, Nazlı Ilıcak nîşan dan.
Berdevkê serokkomariya Tirkiyeyê diyar kiribû ku rojnamegerên girtî terorîst in. RSFyê ji serokkomarê Fransayê xwest ew vê mijarê bêxe di rojevê de.
Femenê jî protesto kir
Femenê çûna Erdoganî protesto kir. Endamên FEMENê bi nivîsên li ser laşê xwe diyar kirin menûya xwarina Erdoganî: “Tartareya Jinan” “Kurdên Hûrkirî” “Rojnamevanên Kelandî” “Pûdînga Geyan” “Pûreya Mafê Xwe-îfadekirinê û Mafên Mirovan” e.
(ÇT/MB)