Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Meclîsa Ewlehiya Karî û Tenduristiya Karkeran hejmara karkerên ku sala 2017yê mirine aşkere kir. Li gorî daneyên Meclîsê di sala 2017yê de herî kêm 2006 kes mirine.
Meclîs wê Rapora xwe ya Derbarê Mirina Karkeran a 2017yê di rojên pêş de aşkere bike ku navê karkerên mirî jî tê de ye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di 15 salên desthiltdariya AKPyê de bi giştî 20 hezar û 500 karker mirine.
“Nexweşiyên pîşeyî gelekî zêde ne”
Meclîsê diyar kiriye ku kesên di encama nexweşiyên pîşeyî de ne di nava vê hejmarê de ne:
“Li gorî daneyên Rêxistina Karî ya Navdewletî (ILO) tê texmînkirin ku li Tirkiyeyê sala 2017yê 12 hezar karker ji ber nexweşiyên pîşeyî miri ne.”
Ji sedî 60ê karkerên ku mirine zarok in
Li gorî daneyên Meclîsê ji 2006 karkeran 116 jê jin, 1890 jê jî mêr bûne. Emrê 18 heban di bin 15yan re bû ku bi giştî 60 zarok mirine.
Gelek ji wan ji Sûriyeyê 88 penaber/koçber mirine.
230 karker li Stenbolê, 93 li Îzmîrê, 88 li Bûrsayê, 79 li Antalyayê, 72 li Konyayê, 71 li Kocaeliyê, 67 li Enqereyê, 65 li Manîsayê, 62 li Edeneyê û 52 li Denîzliyê mirine.
453 karker di karên înşeatan de, 385 di karên çandiniyê de, 272 di karên barkêşiyê de, 154 di karên bazirganî/buroyê de, 1156 di karên metalê de, 93 di karên madenê de, 89 di şaredariyan de 65 di karên enerjiyê de kar dikirin. (AS/FD)