Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Dadgeha Cezayên Giran a 36. a Stenbolê çar akademîsyen hatin dadkirin. Parêzeran diyar kirin ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de dozger ji karê wan têne avêtin ji ber wê daxwaz kirin dadkirina akademîsyenan ji bo piştî dema Halê Awarte bê paşdedan, dadgerî ev daxwaz red kir.
Bitikîne - Daneyên li ser akademîsyenên ji karî hatîn avêtin
Ji Zanîngeha Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Al. Doç. Dr. Kerem Eksen, ji Zanîngeha Marmarayê Meryem Dîdem Dayi, ji Zanîngeha Marmarayê Dr. Mehmet Riza Turkay û akademîsyenê ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê teqawîtbûyî Prof. Dr. Yucel Candemîr hatin dadkirin.
Serokê dîwana dadkirinê Hakan Ozer bû û endamên dîwanê Alî Kara, Abdulkadir Yeşiltaş bûn. Dozger Hasan Adali bû.
Dozgerî hemî daxwazên bersûcan red kirin.
Bixwîne - Dadgehê daxwaza beraetkirinê ya herçar akademîsyenên aştîxwaz qebûl nekir
Li gor îdianameya Îsmet Bozkurtê dozger amade kirî, akademîsyen bi xala 7/2 ya qanûna têkoşîna li Dijî Terorê ya 3713, bi sûcê “propagandaya rêxistina terorî” hatin dadkirin.
Yucel Candemîrî diyar kir ku ew pirsên di îdianameyê de ji wî nehatine kirin û wî bersiva wan pirsan nedaye.
Bixwîne – Akademîsyenên Aştîxwaz
Burak Canê parêzer Candemirî eşkere kir ku birêvebirên dewletê li dijî danezana akademîsyenan îmze kirî fikrên xwe diyar kirine. Heman kes dikarin dozgeran bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnnan de ji karê wan biavêje, ji ber wê divê dadkirina akdemîsyena ji bo piştî dema Halê Awarte bê paşdedan lê ev daxwaz jî hat redkirin.
Agahiyên nasnameya Kerem Eksenî hat tespîtkirin lê wî diyar kir ku ew ê xwe neparêze, parastinnameyê nede. (BK/MB)