Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DİB) îşev dest bi xebata medyaya civakî ya bi kampanyaya “TirkiyeyaBêRewşaAwarteyê” dike.
Ji bo xebatê wê 29ê Kanûna Pêşiyê roja înê saet 21.00ê li ser hesabê @demokrasiicin1 wê hashtag û wêneyan par ve bikin. Yekîtî ji bo kampanyayê bang beşdariyê dikin.
“Li gorî nêrîna me di meseleya Rewşa Awarteyê de xetereya herî mezin ne Rewşa Awarte bi xwe ye ku ‘darê destê rejîma yek zilamî ye’, lê hînbûna kiryarên li dijî hiqûqê, astengkirina mafên bingehîn û azadiyê yanî bi kurtasî hînbûna wan şert û mercan e ku Rewşa Awarte wan ferz dike. Em ê hîn nebin û bêdeng nemînin. Em ê li hemberî Rewşa Awarteyê û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) dest ji têkoşînê bernedin ku KHK pergala hiqûqê ya Rewşa Awarteyê ye.
“Em ê di bin banê DİBê de li hemberî hemû êrîşên bê heq û hiqûq ên li ser nirxên hevbeş, şêweyên jiyanê û azadiyan dengê xwe yê hevbeş bilind bikin. Em ji bo hemû kesan edaletê, ji bo hemû kesan demokrasiyê dixwazin.”
Derbarê DİBê de
Di encama banga Riza Turmen û Binnaz Toprak Parlamenterên berê yên Partiya Gel a Komarî (CHP) nûnerên partiyên siyasî, yên sendîka, rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyan, tevgerên jin û jîngehan di meha Hezîranê de kom bûn. Di vê civînê de bi armanca ku muxalefeta civakî bê ba hev nîqaş hatin kirin û li ser prensîp û şert û mercên Yekîtiya ji bo Demokrasiyê axavtin çêbûn.
Di vê civînê de “Belavoka Destpêkê” hat amadekirin.
Di yekem salvegera ragihandina Rewşa Awarteyê de jî derbarê binpêkirinên 6 mehên derbasbûyî de raporek belav kir. (BK/FD)