Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Stenbolê ya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), duhî li Navenda Çandê ya Şîşlîyê bernameya bîranîna roja komkujiya Robozikê pêk anî. Hevserokê HDPyê ji Girtîgeha Edirneyê ji bo bernameya bîranînê peyamek şand.
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattin Demirtaşî eşkere kir ji bo têkoşîna demokrasîyê yek ji ûnsûrên herî giring eşkerekirina rastiyan e.
Peyama Demirtaşî, Ezel Akaya derhêner xwend.
Hin beşên peyama hevserokê HDPyê ev in:
“Mixabin tejî dîroka me ya giştî û dîroka me ya nêzîk bûyerên qirkirin, komkujî, sergum û înfazkirinê ne.
“Em ji bo ew kesên hatîn tepeserkirin bi azadane bi hev re bijîn, em qehr û êşa xwe ji bo tolhildanê bi kar nahînin.
“Em qirkirina Dêrsim, Mereş, Çorûm, Enqere, Pirsûs û Sêwasê ji nava dilê xwe hest dikin. Ji bo sivikkirina vê êşa me em ê têkoşîna ji bo eşkerekirina heqîqetê bidomînin.
“Piştî şeva ku bi balafirên şerî bombe li zarokên feqîr û kedkar ên kurd hatin barandin. Serê sibeyê ez û hevseroka me Gultan Kişanak çûn wê derê.
“Wan ji me re got ‘seroko wan em kuştin û hûn dereng man’ Em feqîr in û dixebitin. Em her feqîr bûn û dixebitîn.
“Min soz da wan zarokan ku ez ê hesabê vê yekê bixwazim.
“Ji ber ku ez li pişt wê sozê me di girtîgehê de me.”(AS/MB)