Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Erol Onderoglû, Ahmet Nesîn û Şebnem Korûr Fîncanci ji ber ku bûne nobedarên weşana Ozgûr Gûndemê bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 13. a Stenbolê Onderoglû û Korûr Fîncanci dad kir. Ahmet Nesîn beşdarî dadkirinê nebû.
Erol Onderoglû serokê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas e û rapornivîsê bianetê ye ku Rapora Çavdêriya li Medyayê dinivîse. Prof. Dr. Sebnem Korûr Fîncanci jî seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ye. Ahmet Nesîn nivîskar e.
Onderoglû û Korûr Fîncanciyê gotin:
“Astegkirina xwe-parastina Ahmet Şikî cihê fikarê ye.”
Bixwîne - Ji bo rojnameger Tûgrûl Eryilmazî ceza hat xwestin
Dadgehê biryar da ku ji bo standina îfadeya Ahmet Nesînî civîna dadkirinê hat paşdedan. Civîn dê di 18ê Nîsana 2018ê siet 10.50yê de bê pêkanîn.
Erol Onderoglûyî got:
“Mûdaxele li mafekê bingehîn yê Ahmet Şikî, dadgehê mûdaxeleyî mafê xwe-parstina wî kir.
“Heta biryar neyê dayin divê bersûc wek bêsûc be bê hesibandin.
“Ji bûyera duhî em dikarin bibêjin ku dadger me mafparêz û ew kesên ji bo têkoşîna medyayê dikin dixe di fikarê de.”
Heyeta Dadkirinê:
Dadger: Fahrettin Düzalan.
Endam: Kadir Karakoç, Dr. Abdullah Ok.
Dozger: Asım Ekren.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin.
Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan
(BK/MB)