Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi Biryarnameyeka di Hikmê Qanûnan de biryar hat dayin ku cilikên girtiyan dê bibin wek hev. Cihgirê serokwezîrî, Bekir Bozdagî diyar kir ku wekhevkirina cilikên girtîyan “daxwaza gelî” ye.
Bixwîne - Bi KHKya nû wê 416 kes karibin vegerin ser karê xwe
Lio gor biyarê ew kesên bi Qanûna Cezayan a Tirkan(TCK) bi sûcên “sûckirina li dijî rêkûpêkiya Makeqanûnî û birêvebirina bi Makeqanûnê” hatîn girtin dema ji bo dadgehan têne birin dê cilikên wekhev li xwe bikin.
Bixwîne - Daneyên li ser akademîsyenên ji karî hatîn avêtin
Li gor daxuyaniya wezîrî:
“Qanûn dê ji bo zarok û jinên ducanî neyê pêkanîn. Ji bo cilikên jinan Wezareta Dadê dê biryarê bide.
“Hûn ê li kolanan kiryarên terorî bikin, mirovên mehsûm bikujin, derbeyê bikin û paşê xwe wek qehremanan îlan bikin. Tişteka holê çênabe.”
(EKN/MB)