Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Daîreya Zabiteyan ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolû, Tayfûn Karaliyî li zabiteyekî da. Zabite ji hiş ket.
Serokê şaredariyê, Mevlût Uysalî bi rêya hesabê xwe yê Twitterê da zanîn ku ew xemgîn e û şaredariyê lêpirsînek li ser Tayfûn Karaliyî vekiriye.
Kanal D TVyê dîmenên lêdanê weşand.
Li gor nûçeya Kanal Dyê, serokê daîreya zabiteyan ji zabiteyî aciz bûye ku wî xeta caddeyan a ewlehiyê bi kar hînaye, li zabiteyî daye. Zabiteyî da ku ji karî neyê avêtin dengê xwe dernexistiye. Piştî lêdanê ew ji ser hişê xwe çûye û hevkarên wî ew biriye nexweşxaneyê.(EKN/MB)