Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kesê ji Yekîtîya ji bo Demokrasîyê, Grûba Dîyalogê, Platforma Maf û Edaletê, Hewildana Welatiyan, Bloga Aştiyê, Partiya Herêman a Demokratîk(HDP), Partiya Komarê ya Gelî(CHP) mafparêz û rojnamegeran piştgirî da Osman Kavalayî.
Bixwîne - Malpera osmankavala.org hat vekirin: Azadî ji bo Osman Kavalayî
Ji bo piştgiriya kavalayî desteya piştgiriyê çû ber deriyê Girtîgeha Silîvrîyê. Wan got “hûn nikarin Osmanî bikin yekê sûcdar.”
Mafparêz siet 9ê sibeyê ji Taksîma Stenbolê bi otobûsekê ber bi Girtîgeha Silîvrîyê ve çûn.
Gencay Gûrsoy: Ji bo bêdengkirina qêrînê Osman Kavala hat girtin
Bîst sal in ez Osman Kavalayî nas dikim. Mirovên bikalîte ji bo wan kesên rêbaza xwe didin meşamndin metirsîyê çêdikin. Ji bo bêdengkirina qêrînê Osman Kavala hatiye girtin lê Ez dizanim ku bi hezaran kes vê mûameleya li wî hatî kirin bi xembarî di dilê xwe de hest dikin.
Bixwîne - Osman Kavala hat desteserkirin
Ayşenûr Arslan: Ya rastî em hêza xwe ji Osmanî digirin
Ji bo me gelek hevpîşe, rewşenbîr û sîyasetmedaran nebûna Osman Kavalayî şikestina çeng û perê me ye. Em ê îro biççin ku wî bibînin. Ez dizanim ku em ê nebînin lê hêvî dikim haya wî ji me hebe.
Osman Baydemîr: Ispata heyîna desthilata reş e
Em di demê herî reş ê Tirkiyeyê de ne û ispata vê yekê jî girtina Osman Kavalayî ye. Em da ku nîşan bidin bi girtina Kavalayî em natirsin îro em li ber deriyê girtîgehê ne.
Gûlseren Onançê jî got ji ber ku Osman Kavala welatiyekê çalak bû ew hat girtin.
Çi bûbû?
Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.
Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke “Sorosê Tirkiyeyê” bi nav kiribû.
Osman Kavala kî ye?
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belge di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonya, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyên Helsînkiyê, û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye.
(EA/MB)