Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê Wezareta Veguhestin, Deryavanî û Peywendîdanê Ahmet Aslanî li meclîsa Tirkiyeyê ji bo malpera 61 caran hatiye astengkirin got: “[sendika.org] ji ber taciza li zarokan, mûstehcenî, fihûş û xumarê hatiye girtin.”
Paşê wezîrî ji ber gotinên xwe lêborîn xwest û got dibe gotinên wî xelet bêne fêmkirin. 62 malper ji ber wan sebeban hatine girtin lê sendika.org ji ber “meseleyên girêdayî ewlehiya neteweyî û ewlehiya civakê” ve girêdayî ye.
Bixwîne - Polîsan Demîrhanê edîtorê sendika.orgê desteser kir
Wezîrî li ser qedexekirina Wikipediayê jî got:
“Wikipediaya ku heqaretê li Atatirkî dike dê bê girtin. Bila ew berê xwe bidin qusûrên xwe.”
Sendika.orgê eşkere kir ku ew ne astengkirina wan ne jî lêborîna ji wan hatî xwestin qebûl nakin.
Sendika.org 61 caran hatiye girtin.(EA/MB)