Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Sêyemîn civîna doza li hemberî Kurşat Mîcan Serokê şaxa Stenbolê yê Ocakên Alperenan (Alperen Ocakları) li Edliyeya Qartalê bi rê ve çû ku doz ji ber Mîcanî gef li beşdarên Hefteya Rûmetê xwaribû hatibû vekirin.
Nûnerên Komeleya LGBTIyan a Stenbolê, Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û Halkevlerî di dozê de weke gilîker amade bûn û her wiha gumanbar jî beşdarî civînê bû.
44emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê bi sûcê “biçûkxistin û tehrîkkirina gel a ber bi dijminatî û kîndariye” (Kanûna Cezayan a Tirkan 216/2) 6 meh cezayê girtîgehe da Mîcanî û bi hinceta ku di dema dadgehkirinê de “helwesteke baş” nîşan daye ceza veguhestiye 4 hezar lîreyê Tirkan.
“Veguhestina cezayî tê wateya teşwîqkirinê”
Parêzer Eren Keskîn ji bianetê re axivî û got ku girîng e gumanbar ceza wergirtiye lê biryar kêm û şaş e û wiha berdewam kir:
“Ji ber ku sûc gelekî aşkere bû. Veguhestina cezayî ya ji hêla dadgehê ve em wisa difikirin ku wê bibe teşwîqkiria sûcên bi vî awayî ku sûcên heqaretê û tehdîtê yên tehdîta mirinê jî tê de hebûn. Weke di doza kuştin û tundiya li ser jinê de divê di cezayên li hemberî kesên bindest ên civakê de jî dadwer bêhtir bihestiyar tevbigerin.”
Keskîne diyar kir ku ew ê serî li dadgeha Îstinafê bidin.
Keskînê destnîşan kir ku Mîcan di parastina xwe de gotiye biryara Walîtiya Enqereyê ya derbarê çalakiya rêxistinên LGBTIyan de jê re bûye hincet.
Çi bûbû?
Sala 2016yê beriya 7emîn Meşa Rûmetê ya Transan a Stenbolê ku dihate payîn di 19yê Hezîranê de çêbibe û 14emîn Meşa Rûmetê ya LGBTI+ ya Stenbolê ku dihate payîn di 26ê Hezîranê de çêbibe, komên weke Ciwanên Anadolûyê yên Misilman û Ocakên Alperenan gef li hemberî meşdaran xwaribûn û bangewaziya êrîşê kiribûn.
Ocakên Alperenan 14yê Hezîranê saet 22.30 deqîqeyan de li Uskudarê civîneke çapemeniyê lidarxistibûn û Kurşat Mîcan Serokê şaxa Stenbolê yê vê komê gotibû ku heke dewlet meşê qedexe neke ew ê Ocakên Alperenan weke “nûnerên gel ê kûr” meşê asteng bikin.
17yê Hezîranê Walîtiya Stenbolê aşkere kiribû ku ew ê “destûrê nedin” her du meşan.
İstanbûl LGBTI, Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Spod LGBTI û Komîteya Hefteya Rûmetê jî di nav de gelek sazî û aktivîstan serî li dozgeriyê dabûn û giliyê gefxwarinan û biryara qedexeyê ya Walîtiyê kiribûn.
Derbarê Kurşat Mîcan Serokê şaxa Stenbolê yê Ocakên Alperenan de îdianame hatibû amadekirin û hatibû xwestin ku bi cezayê “biçûkxistin û tehrîkkirina gel a ber bi dijminatî û kîndariye” (Kanûna Cezayan a Tirkan 216/ 1, 2) were cezakirin.
Di civata yekemîn de Mîcan û parezêrî wî beşdarî lê nekiribûn.
Lê di ya duyemîn de Mîcanî îdia kiribû ku wî daxuyanî li ser navê xwe kiriye, ti eleqeya Ocakên Alperenan bi daxuyaniyê re nîne û wiha gotibû: “Digel ku dewletê destûr nedaye wan jî bi darê zorê meşiyane. Dewlet ji bo me her tişt e. Neçar e ku hemû hestiyariyên miletê me û hevsengiya wan di ber çavan de bigire, bawerî û nirxên wan biparêze”. (BK/FD)