Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) a ku navenda wê li Swêdê ye, aşkere kir ku di nava mehekê de li eyaleta Rakhineyê ya Myanmarê 6 hezar û 700 Arakanî hatine kuştin. Bûyerên tundiyê li Arakanê di meha Tebaxê de dest pê kiribûn.
MSFyê daneyên xwe di encama wê xebatê de bi dest xistiye ku hevdîtin bi Arakaniyên reviyane Bangladeşê re pêk anîne. Hejmara ku MSFyê aşkere kiriye ji hejmara ku saziyên fermî aşkere kirine gelekî zêdetir e.
Li gorî daxuyaniyên fermî 400 kes mirine.
MSFyê diyar kiriye ku daneyên wan di encama rastiyên berbiçav de derketine holê.
647 hezar Arakanî reviyane Bangladeşê
Rêxistinê destnîşan kiriye ku piştî bûyerên tundiyê dest pê kirine, 647 hezar Arakanî reviyane Bangladaşê.
Li gorî daneyên MSFyê di navbera 25ê Tebaxê û 24ê Îlonê de li Myanmarê herî kêm 9 hezar Arakanî mirine.
Herî kêm 730 zarok mirine
Rêxistin aşkere dike ku herî kêm 6 hezar û 700 kes di encama bûyerên tundiyê de çêbûne û herî kêm 730 kesên wan zarokên ku emrê wan di bin 5 saliyê de ne.
Artêşa Myanmarê piştî ku Artêşa Rizgariya Rohingyayê ya Arakanê li eyaleta Arakanê êrîş biribû ser xalên kontrolê yên polîsan operasyoneke mezin dabû destpêkirin.
Artêşa Myanmarê di daxuyaniya xwe ya beriya niha de îdia kiribû ku “di bûyeran de 400 kes mirine û gelek ji wan jî terorîstên Misilman in”.
Artêşê encamên lêkolînê yên derbarê operasyonan de di meha Çiriya Paşiyê de aşkere kiribû û sûcdariyên derbarê binpêkirina mafên mirovan ret kiribû.
Myanmar û Bangladeşê peymanek îmze kiribû da ku bi sed hezaran Misilmanên Arakanî yên li Bangladeşê di kampan de dimînin karibin vegerin Myanmarê. (PT/FD)
Çavkanî: BBC Tirkî, AA