Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Cendirmeyan bi ser Gundikê Bêlekê yê Sêrtê de girtiye û 13 kesên li gundikî desteser kirine. Duhî li Êlihê gelek kes hatine desteserkirin û piraniya wan ji Gundikê Bêlekê bûne.
Li gor agahiyên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê dayîn, niştecihên gundikî di havînan de li gundikî û di zivistanan de li Êlihê bicih dibûn.
Ji ber zivistan e bi tenê 13 kes li gundikî mane û Cendirmeyan hemî kes desteser kirine. Halil Vural, Ahmet Vural, Hasan Hüseyin Vural, Azedin Vural, Dikran Vural, Ramazan Vural, Hasan Vural, İzzet Yoksu, Ebedin Özne, Aledin Özne, Çelik Ata, Şemsettin Balık û Vasfettin Koç bi îdiaya ku wan “alîkariya rêxistinê kiriye” hatine desteserkirin.
Di salên 90ê de heman gundik hatibû valekirin. Di 10 salên paşiyê de gundî ji bo çandinîyê diçin gundikê xwe. Li gundikî 80 xanî hene lê di zivistanan de piraniya xaniyan vale dibin. Di zivistanan de 15 kes li wê derê dijîn.(AS/MB)