Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji Zanîngeha Columbiayê 15 akademisyenan daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê kirin ku karsaz û çalakvanê sivîl Osman Kavalayî demildest serbest berdin û tiştên ku pê tê sûcdarkirin bikevin.
Li gorî zanyariyên di malpera Azadî ji bo Osman Kavalayî de hatine belavkirin 14 akademisyenan belavokek nivîsandine û wiha gotine: “Ji ber ku yek ji entuelektuelên pêşek ên Tirkiyeyê û piştevanê nebez ê hevkariya aştiyane ya navnetewî ye em ji girtina Osman Kavalayî gelekî bi endîşe ne.”
Di metnê de hatiye gotin ku “Osman Kavala nûnerê herî baş ê jiyana çandî ya Tirkiyeyê ye û bi vê taybetmendiyê re di nava welêt û di qada navnetewî de ji hêla derdoreke fireh ve tê ecibandin. Em ji hikûmeta Tirkiyeyê dixwazin ku Osman Kavala demildest serbest bê berdan û tiştên ku pê tê sûcdarkirin bikevin.”
Kesên ku îmze avêtine bin metnê…
Dîrektorê Enstîtuya Xebatên Mafên Mirovan Elazar Barkan, Dîrektora Navenda Xebatên Cudatiyên Civakî Marianne Hirsch, Ji beşa Zanistên Mirovî profesorê Delacorteyê Prof. Dr. Jean Howard, Ji beşa Ziman û Edebiyata Danberhev a Almanî Villard Emeritus Prof. Dr. Andreas Huyssen, Ji Xebatên Erebiya Modern û Edebiyata Modern a Erebî ya Edward Said û Xebatên Rojhilata Navîn, Bakurê Asyayê û Afrîkayê Prof. Dr. Rashid Khalidi, Ji Beşa Rojnamegeriyê Prof. Alisa Solomon, Ji Beşa Dîrokê Moore Collegiate Profesörü Prof. Dr. Victoria de Grazia, Ji Beşa Têkiliyên Navnetewî Profesorê Robert û Renée Belfer Prof. Dr. Jack Snyder, Ji Zanistên Siyasî Doç. Dr. Tonya L. Putnam, Ji Hikûka Mafên Destûrî û Mafên Mirovan Profesora Louis Henkin Prof. Dr. Sarah Cleveland, Ji Zanistên Siyasî Profesorê Pola 1919yê Prof. Dr. Andrew Nathan, Dîrektora Proframa Gelên Xwecihî û Mafan Elsa Stamatopoulou, Ji Beşê Edebiyata Yewnanî a Modern Profesora Kimon A. Doukas Prof. Dr. Karen Van Dyck, Ji Beşa Ziman û Edebiyata Danberhev a Ingilîzî Doç. Dr. Joseph R. Slaughter û ji Dîroka Hunerê û Arkeolojiyê Prof. Dr. Holger A. Klein.
Çi bûbû?
Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.
Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke “Sorosê Tirkiyeyê” bi nav kiribû.
Osman Kavala kî ye?
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belge di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonya, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyên Helsînkiyê, û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye. (EA/FD)