Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo doza berpirsê rojnameya AGOSê yê hatî kuştin li Dadgeha Cezayên Giran a 14. a Stenbolê civîna dadê hat pêkanîn.
Dadgeha doza Hrant Dînkî bi rê ve dibe biryara tehliyekirina Cendirmeyên Bekir Yokuş, Ecevit Emir, Emre Cingöz, Hacin Şerif Şimşek û Şeref Ateş da.
Cîngoz di dîmenan de hebû
Yek ji Cendirmeyên hatîn tehlîyekirin Emre Cîngoz e. Di dîmenên kuştina Dînkî de Cîngoz jî hatibû teşhîskirin ku li wê derê bû.
Dema îstixbarata kuştina Hrant Dînkî ji bo Navenda Îstixbaratê ya Trabzonê hatî şandin berpirsê îstixbaratê yê wê derê Ramazan Akyûrek bûye. Parêzera Akyûrekî got:
“Em difikirin ku sebebên welê dikir [Akyûrek] girtî be nemane.”
Dozgerê dozê, Mehmet Yeşîlkayayî daxwaza tehlîyekirina Cendirmeyan kir.
Dadkirin dê di 29-30ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê û 1-2yê Sibata 2018ê bê domandi.(EA/MB)