Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Mafparêz Peter Steudnter ê ku di doza Buyukadayê de hatibû girtin û piştî 113 rojan tehliye bûbû li Almanyayê Xelata Aştiyê ya Quakerê stand.
Manuela Kikillûs dîrektora Weqfa Alîkariyê ya Quakerê ku navenda wê li Almanyayê ye, got, ji ber xebatên wî yên fidakar û wêrek ên ji bo aştî û mafên mirovan wan xelat daye Steudtnerî.
Ji bo dana xelatê duh bi şev li Berlînê şeva merasîmê hat li dar xistin û Steudtner li vir axivî. Steudtnerî got, têkoşîna xwe ya di warê mafên mirovan de a 20 sal in ku berdewam dike û pêvajoya xwe ya li girtîgeha Tirkiyeyê wî bi piştgiriyê derbas kiriye:
“Vê piştgiriyê ev mesaj da min: Tu û em dikarin bi hev re ji heq wê derkevin. Niha jî ez dixwazim mesajekê rê bikim:
“Xoşevîst Taner Kiliç, Denîz Yucel, Meşale Tolû û David Britsch; tiştê ku beriya ez tehliye bibim bi du sê rojan Denîzî ji min re gotiye, min dixwest ku heman tiştî ji we re bibêjem; ‘Hûnê di demeke gelekî nêz de serbest bimînin!’ Lê ez nikarim vî tiştî bikim. Li şûna wê ez dikarim vê bibêjim ji we re: ‘Hûnê heq jê derkevin!’ Hûn ne bi tenê ne.”
Çi bûbû?
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmehê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmehê ya 2017yê hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man.
Serokê Lijneya Birêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç ê di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin, weke “gumanbar” ket nav îdianameyê.
Mafparêz di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de cara yekem derketin pêşberî dadgehê. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo 8 mafparêzan da. Her wiha ji bo Ozlem Dalkiran û Velî Acû biryara qedexeya derketina derve derxist. Biryara kontrola edliyê ya di 25ê Tîrmeha 2017yê de ji bo Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan hatibû dayin, hat rakirin.
Dadgehê her wiha dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya “sîxurtî û fînansekirina terorîzmê” hatibû vekirin bi doza Buyukadayê re kir yek ku dosya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat dîtin. (ÇT/FD)