Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Daneşîn li heman salonê û bênavber bi rê ve çûn. Ji ber ku li salonê ciyê 28 kesan tenê hebû gelek kes li ser lingan ma û gelek kes jî nekarîbû bikeve salonê.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirkan Raşît Tukel û akademisyenên aştîxwaz doz şopandin.
Ji 10 akademisyenan tenê 8 akademisyen li salona dadgehê bûn ku yek ji wan li derveyî Tirkiyeyê bû yek jî xwedî destûr bû.
Daneşîn li derdora 2 saetan domiyan.
Heyeta dadgehê ew daxwaz ret kirin ku dadgehkirina 10 akademisyenan di çarçoveya xala 301emîn a Yasaya Cezayan a Tirkan de çêbibe, ya beraetê û ya pevgîhandinê qebûl nekirin.
Ji bo 10 daneşînan jî biryara bi paş de xistinê ya ji bo 12yê Nîsana 2018yê hat standin.
Tiştên ku di nava rojê de qewimîn wiha bû:
Ji Zanîngehên Stenbol û Galatasarayê 10 akademisyen di 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tên dadgehkirin. Îdianame ji hêla dozger Îsmet Bozkûrtî ve hatiye amadekirin û di îdianameyê de akademisyen di çarçoveya Xala 7/2yê ya Yasaya Têkoşîna Dijterorê ya hejmar 3712 de bi sûcê “propagandeya rêxistina terorê” tên sûcdarkirin. Bi giştî ji bo hezar û 128 akademisyenan doz hatibûn vekirin û wê doz heta Gulana 2018yê berdewam bikin ku di qonaxa yekem de wê ji 15 zanîngeha 148 akademisyen bên dadgehkirin.
Daneşînê saet di 10.19yê de bi tespîtkirina nasnameya Osman Olcayî akademisyenê ji Zanîngeha Galatasarayê dest pê kir.
Daxwaza dadgehkirinê ya ji ber xala 301emîn nehat qebûlkirin
Parêzer Huseyîn Ersoz beriya ku muwekilî wî Osman Olcayî xwe bi parêze li hemberî rê û rêzikê derket. Ersozî bi bîr xist ku 4 akademisyen ji ber belavokê tên dadgehkirin û 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji bo di çarçoveya xala 301emîn a Yasaya Cezayê ya Tirkan de bên dadgehkirin destûr ji Wezareta Dadê xwestiye.
Her wiha diyar kir uk Wezaretê di 22yê Îlonê ya 2017yê de bersiv daye û destûr ji bo dadgehkirina xala 301emîn daye. Ersozî got, ji ber ku mijara dozê heman e, ji bo Osman Olcay Kunal jî di çarçoveya xala 301emîn de bê dadgehkirin divê prosedûra destûrxwestinê ya ji Wezareta Dadê dest pê bike.
Dozgerî bi hinceta ku “çalakî di çarçoveya sûcê propagandeya rêxistinê de ye” li hemberî vê daxwazê derket û dadgehê jî ev daxwaza parêzer Huseyîn Ersozî qebûl nekir.
Ersozî ji bo parastinê dem ji dadgehê xwest û dadgehê jî biryar girt ku daneşîna duyemîn di 12yê Nîsanê de çêbibe.
Daxwazên beraetê nehatin qebûlkirin
Piştî daneşîna Osman Olcayî ji Zanîngeha Galatasarayê akademisyen Tûba Akincilar, Hakan Yucel, Asli Dîdem Daniş û Başak Demîr derketin pêşberî dadgehê.
Dadgehê daneşîna van çar akademisyenan jî bi paş de avêt û biryar girt ku di 12yê Nîsanê de çêbibe. Her wiha parêzer Ersozî diyar kir ku Omer Arhan Aygun heta dawiya 2018yê li derveyî welêt di zanîngehekê de wezîfedar e û dadgehê ji bo wî jî biryar girt ku daneşîn di 12yê Nîsanê de çêbibe.
"Belavok di çarçoveya rexneyê de ye"
Piştî daneşîna van akademisyenan ya Gîzem Bîlgîn Aytaçê bi rê ve çû. Arîn Gul Yenîaras parêzera Aytaçê xwest ku belavoka akademisyenan di çarçoveya rexnekirinê ya dewletê de bê nirxandin biryara beraetê ji bo Aytaşê xwest.
Dozgerî li hemberî vê daxwazê derket û dadgehê jî ev daxwaz qebûl nekir. Dadgehê him ji bo Aytaçê him jî ji bo akademisyen Mehtap Balik Kaya û Alaeddîn Dînç Alada biryar girt ku daneşîn di 12yê Nîsanê ya 2018yê de berdewam bike.
Akademisyen Pedriye Mûtlû ji ber ku hinceta wê hebû û rapor standibû beşdarî daneşînê nebû. Parêzerê wê Alî Denîz Ceylanî daxwaza beraetê kir û got ku ji ber problem di pêşdeçûna dadgehkirinê de heye. Parêzer daxwaz kir ku hemû dosyayên akademisyenan bikin yek û dadgehkirina wan bi hev re pê were.
Dadgehê him daxwaza beraetê him jî ya pevgîhandinê qebûl nekir.
Ji bo Mûtlû jî biryar hat girtin ku daneşîne duyem di 12yê Nîsanê ya 2018yê de çêbibe. (BK/FD)