Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Platforma Piştgiriyê ya bi Sûrê re li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist. Platformê derbarê hilweşandina li navçeya Sûrê derketiye holê bi raya giştî re par ve kir ku di encama îstimlaqkirinê û veguhestina bajarî de çêbûye.
Platforma Piştgiriyê ya bi Sûrê re bi bîr xist ku li Sûrê herî kêm 8 hezar sal in jiyan heye û Rêxistina Perwerde Zanyarî û ya Çandê (UNESCO) Bedenên Sûrê û Bexçeyên Hewselê di sala 2015yê de xistiye Lîsteya Mîrateyê ya Cîhanê û destnîşan kir ku bi qasî 90 asarên dîrokê yên tescilkirî hatine tunekirin.
Di metna çapemeniyê de wiha hatiye gotin:
“34 hezar mirov neçar mane ku koç bikin”
“Li Sûrê herî dawî 2yê Kanûna Pêşiyê ya 2015yê li 6 taxan dorpêçkirin hat îlankirin û ev dorpêç bi rengekî bêhiqûq û bêhincet tê berdewamkirin ku hindik maye du salên xwe dagire.
“Piştî ku 9ê Adara 2016yê operasyon û pevçûn qediyan bi kepçe û dozeran hilweşandinê dest pê kir û li Cevat Paşa, Dabanoglû, Fatîh Paşa, Hasirli, Cemal Yilmaz û ya Savaşê kevir li ser keviran nehiştiye.
“Hejmareke zêde ji 34 hezar mirovên ku neçar mane ji taxên hatine hilweşandin koç bikin, mal û milkên xwe kom bikin. Hîna jî nikarin bikevin taxên xwe.
“Operasyona bêmulkirinê ya gelemperî çêbûye”
“Di vê pêvajoya koçdarkirin, bêmirovkirin û hilweşandinê de, ji sedî 90ê Sûrê ku di sala 2012yê de weke “qada xeternak” hatiye ragihandin û di 21ê Adara 2016yê de Lijneya Wezîran biryar girtibû ku ev der bê îstimlaqkirin.
“Piştî vê, di bin navê veguhestina bajarvaniyê de ji sedî 80yê niştecihên taxa Alîpaşayê neçar mane ku malên xwe terk bikin. Niha beşeke mezin yê Alîpaşayê wêran bûye. Hilweşandin jî berdewam dike.
“Bi vî awayî li Sûrê operasyoneke bêmulkirinê ya gelemper li dar ketiye.
Daxwaz
* Li Sûrê divê dorpêçkirin bidawî bibe, hemû Sûr divê ji bo ku niştecih û çavdêr bi rengekî serbest karibin têkevênê bê vekirin.
* Divê biryara îstimlaqkirinê bê betalkirin û mal, avahî û eraseyên li Sûrê bidin xwediyên wan.
* Divê biryara veguhestina bajarvanî were betalkirin. Li gorî daxwaz û ramanên niştecihên Sûrê û saziyên civaka sivîl pêvajoya biryareke hevbeş, bi rêbazên di qada navnetewî de hatine qebûlkirin bê destpêkirin.
* Ji bo kesên ku xaniyên wan di rewşa tamîrkirinê de be hemû derfetên vegerê û yên tamîrkirina xaniyan were avakirin. Ji bo hemû niştecihên navçeyê yên ku ziyan di xaniyên wan de hebe û nikaribin li wê avahiyê bimînin, heta ku çareseriyeke mayinde bê dîtin, a xaniyan jî tê de ji bo pêdiviyên sosyoekonomîk ên bingehîn piştgiriya adilane bidin wan û gihîştina wan a hemû xizmetên dewletê û binesaziyê bê dabînkirin. (EKN/FD)