Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji beriya du salan Tahîr Elçî hat kuştin, BAROya Amedê bi daxuyaniyekê eşkere kir du sal in bûyera kuştina Elçîyî nehatiye zelalkirin.
BAROya Amedê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyên ji bo yadkirina Tahir Elçîyî kir. Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin.
“Serokê BAROya Amedê di 28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de bi awayê failîmechûl(serwind, bêserûşûnbûyî) hat kuştin.
Bixwîne - Di salvegera mirina Tahîr Elçîyî de ew ê bi belgefîlmekê bê yadkirin
“ Îro bûn du sal ku Tahir Elçîyî ye ku wş emrê xwe ji bo têkoşîna bêcezanehiştinê, mafên mirovan û lêpirsîna wan kesên bêserûşûnbûyî daye.
“Di van du salên borîn de ti tiştên berbiçav li dosyeya lêpirsîna bûyera kuştina Elçîyî nehatiye zêdekirin.”
Bixwîne - Tahir Elçî li cihê hatibû qetilkirin de hat bîranîn
Ji bo doza kuştina Elçîyî du caran dozger hat guhertin. Di rapora şarezayan de hat eşkerekirin ku “nayê zanîn ka gule ji kîjan çekê derketiye, ji kîjan hêlê ve hatiye...”
Çi bûbû?
28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin.
(AS/MB)
Wêne: Twitter/Turkan Elçi