Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komeke akademisyenên Fransî bang kirin ku Osman Kavala serbest bimîne.
Akademisyenan balkişandin ser Osman Kavalayî û gotin ji bo diyaloga di navbera çandan de vebe li Tirkiyeyê û cîhanê navekî girîn e. Di nava akademisyenan de Serge û Beate Klarsfeld jî heye. Serge û Beate Klarsfeld di dema Şerê Duyem ê Cîhanî de navê 76 hezar Cihûyên Fransî yên ji Fransayê şandine kampên mirine tespît kirine û hiştine ku sûcdarên şerê Naziyan bên dadgehkirin.
Di daxuyaniya akademisyenan de behsa wan xebatên Osman Kavalayî hatiye kirin ku weke karsaz û rewşenbîrekî kirine. Akademisyenan gotiye ku Kavala di çarçoveya polîtîkayên tepeserkirina muxalifan de hatiye girtin û bi tenê hatiye hiştin.
Di daxuyaniyê de akademisyenan balkişandiye ser nûçeyên hin saziyên çapemeniyê yên ku Kavalayî hedef nîşan dane û wiha hat gotin:
“Osman Kavala weke rewşenbirên din ê Tirkiyeyî li welatî tenê ma hîna jî akademisyenên muxalif tepeser dikin û rojnamegeran digirin.
“Osman Kavala yek ji wan kesên sembolîk e ku xwe fedayî rêya diyalog, aştî û mafê mirovan kiriye. Li sîstema li Tirkiyeyê bi hilbijartina tepeserkirin û tirsandina muxalifan re xwe ji cîhana Rojava dûr xistiye”.
Kesên ku îmze avêtine bin daxuyaniyê…
Tal Bruttmann (EHESS), Johann Chapoutot (Zanîngeha Paris-Sorbonne), Etienne François (Zanîngeha Berlin Serbestê); Béatrice Giblin, (Dîrektora kovara Hérodote); Beate ve Serge Klarsfeld, (Nûnerên Rûmetê û yên Taybet ên UNESCOyê), Ophir Lévy (dîroknasa sînemayê), Barbara Loyer (Enstîtuya Jeopolîtîk a Fransî ya Zanîngeha Parîs-8ê), Henry Rousso (Midûrê lêkolînê yê CNRSyê); Nora Seni (Enstîtuya Jeopolîtîk a Fransî) Annette Wieviorka (Dîroknas).
Çi bûbû?
Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.
Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke “Sorosê Tirkiyeyê” bi nav kiribû.
Osman Kavala kî ye?
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belge di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonya, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyên Helsînkiyê, û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kulturevi ye. (HK/FD)