Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê aşkere kir ku li navçeya Farqînê wê operasyon bê lidarxistin û îro saet ji 06.00ê sibê û pê de biryara qedexeya derketina derve hatiye standin.
Daxuyanî îro di malpera fermî ya Walîtiyê de hat ragihandin û hat diyarkirin ku biryara qedexeyê di çarçoveya Yasaya Birêvebirina Bajêr ya hejmar 5442yê de hatiye girtin.
Tax û gundikên ku biryara qedexeyê wê lê derbas bibe wiha ne: Kazandağı, Demirkuyu, Özlüce, Esenyol, Darıseven, Usluca, Boğazönü, Toklar, Kalemli, Taraklı, Çatak, Çigdemli.
Nehat diyarkirin ku wê kengî biryara qedexeyê bidawî bibe.
Walîtiyê daxuyaniya operasyonê da
Walîtiyê derbarê operasyona ku wê bê lidarxistin de jî ev daxuyanî da:
“Li herêmên ku wê operasyon li dar bikeve bi armanca ku ewlehiya can û mal û milkên gel bê dabînkirin û welatiyên sivîl zerarê nebînin, di çarçoveya Yasaya Birêveberina Bajêr ya hejmar 5442yê li herêmên ku hatine diyarkirin heta fermaneke din derketina derve hatiye qedexekirin.” (AS/FD)