Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Rêxistinên jinan derbarê îdiayên îşkenceyên di Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê de ya li ser jinên girtî yên siyasî li Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Li gorî zanyariyên ku di civîna çapemeniyê de hatin dayin, jinên girtî yên siyasi Îlke Başak Baydar, Gîzem Yamaç, Çîgdem Kiliç û Dêrsîm Konak ji 1ê Çiriya Paşiyê heta niha ji ber îşkenceyan di greva birçîbûnê de ne.
Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku xwestine bi darê zorê “karta berstûk” bidin jinan, jinên ku ev tişt qebûl nekirine ji 1ê Çiriya Paşiyê heta niha di hucreyên yek kesî de tên girtin.
Meclîsên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Jinên Partiya Şoreşger, Tevgera Jinên Demokratîk (DKH), Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Jinên Demokrat ên Nû (YDK) û nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî civînê bûn.
Bangewazî ji bo piştgiriya hevbeş hat kirin
Nûnerên rêxistinên jinan destnîşan kirin ku hemû mafên civakî yên di girtîgehê de ji jinên girtî yên siyasî hatine standin û ew nikarin bi van jinan re têkiliyê girê bidin.
Derbarê îdiayên îşkenceyê yên li Girtîgeha Elezîzê di serî de li jinan ji bo raya giştî bangewaziya piştgiriyê kirin.
Bi ava bişid êrîş birine ser qawîşan
Gulçîn Aykûl di civînê de axivî û got ku li Girtîgeha Elezîzê jin rastî îşkenceya laşî û psîkolojîk tên.
“Gardiyanan gotine ku ‘agir derketiye’ û bi ser qawîşan de girtine û bi ava bişid îşkence li jinan kirine. Îşkenceyeke sîstematîk tê kirin.”
Fadîme Çelebî: Îlke ji ber îşkenceyî xwîn avêtiye
Li ser navê SKMyê Çelebî axivî û got ku Baydar a di greva birçîbûnê de di encama îşkenceyê de xwîn avêtiye:
“Dewleta ku li Tirkiye û Kurdistanê dixwaze muxalefeta civakî biçewisine îro jî hewl dide girtîgehan dîzayn bike. Ya il Elezîzê dibe provaya destpêkê ya dewletê ye.”
Berktay a li ser navê Jinên HDPyê beşdarî civînê bû jî got, ew ê “serî li hember hişmentiya desthilatdar a mêran û aqilê dewletê stûyê xwe netewînin”.
Ji bo roja şemiyê banga çalakiye hat kirin
Rêxistinên jinan wê 18yê Çiriya Paşiyê roja şemiyê saet 14.00ê ji Postaxaneya Galatasarayê ya Taksîmê derbarê îdiayên îşkenceyê de faksan bişînin rêveberiya Girtîgeha Elezîzê û ji bo piştgiriyê jî nameya bişînin ji jinên girtî yên siyasî. (TP/FD)