Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Giştî Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Gel Selçûk Kozagaçli duh di saetên êvarê de hat girtin.
Kozagaçli çar rojan desteserkirî mabû û duh li Adliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê derketibû pêşberî dozger û îfade dabû ku bi “endamtiya rêxistina terorê ya biçek” dihat sûcdarkirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Kozagaçli şandibû Dozgeriya Ceza ya Sulhê. Piştî jêpirsîna dadweriyê Kozagaçli hat girtin.
Kozagaçli beriya jêpirsîna dadweriyê wiha axivî:
“Min her gav xwe weke zarokekî vî gelî dît, min xwe weke kesekî wisa dît ku deyndarê wan im. Ji ber ku xwedî li me derdikevin ez gelekî kêfxweş im. Ew dizanin ku em zarokên wan in, ew dizanin ku em ji bo wan têdikoşin. Wê bi vî awayî jî berdewam bike.”
Dozgeriyê pirsa Somayê kir
Kozagaçli di heman demê de parêzerê malbatên ku di doza Somayê de hatine mexdûrkirin e. Li dozgeriyê ji Kozagaçliyî pirsîn ku “ew li Îzmîrê li dora malekê geriya ye”.
Kozagaçliyî got ku ew “li dora” wê malê ne digeriye, di dema daneşînên doza Somayê de ew li wê malê mêvan bûye û ew mal jî ya hempîşeyekî wî yê ji ÇHDyê bûye.
Selçûk Kozagaçliyî her wiha got ku fotografê wî yê di dosyayê de yê jî yan beriya doza Somayê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê yan jî li dû wê divê hatibe kişandin.
“Tê famkirin ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tê sûcdarkirin”
Several Ballikaya yek ji parêzerên Selçûk Kozagaçliyî diyar kir, ji bilî wê vîdeoyê û îfadeya kesa/ê ew vîdeo kişandiye di delil nînin ku vîdeo Kozagagaçli di dema doza Somayê de li Îzmîrê tê dîtin. Ballikayayê her wiha got, digel vê rewşê “Biryara zeftkirinê ya derbarê Kozagaçliyî û girtina wî ya bi awayê revandinê li derveyî hiqûqê ye”.
Ballikayayê destnîşan kir ku “tê famkirin ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tê sûcdarkirin”.
Parêzer Hasan Fehmî Demîr jî diyar kir ku Kozagaçli bi parastina xwe re “derxist holê ku îdia dûrî rastiyê ne” û ti dosyaya lêpirsînê de nehatiye diyarkirin ku kîjan sûcdarî bi kîjan çalakiyên Kozagaçliyî re hatine kirin. (AS/FD)