Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Tirkiyeyê di serlêdana nivîskar û rêveberên rojnameya Cûmhûriyetê ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de paraznameya xwe di 6ê Çiriya Paşiyê de şand.
Tirkiyeyê ji bo paraznameya xwe sê caran pêvedem xwestibû lê tenê du caran ev daxwaz hatibû qebûlkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, di paraznameya xwe de Tirkiyeyê îdiayên ku di îdînameya doza rojnameya Cûmhûriyetê de hatibûn nivîsandin, dubare kiriye. Tweet, manşet û gotarên rojnameyê ji bo sûcdariya “bêyî ku bibe endam alîkariyê bi rêxistina terorê re bike” weke delîl nîşan daye.
Paraznameyeke weke îdianameyê pêşkêş kirine
Parêzname bi îmzeya Dr. Haci Alî Açikgul ji beşê Mafên Mirovan ê Wezareta Dadê ve hatiye pêşkêşkirin. Di vê parêznameyê de tweeta ku Mûrat Sabûncû ji bo rojnameya Ozgur Gundemê avêtiye û gotiye ku “Em li ba hempîşeyên xwe yên Ozgur Gundemê ne” weke delîla sûcê “bêyî ku bibe endam alîkariyê bi rêxistina terorê re bike” hatiye nîşandan.
Her wiha nivîsa Serokê Lijneya Îcrayê yê rojnameya Cûmhûriyetê Akin Atalayî jî ji bo delîla endamtiya rêxistinê di parêznameyê de hatiye pêşkêşkirin. Atalayî ew nivîs li ser biryara tayînkirina kayûman a ji bo rojnameya Zaman, televizyona Samanyolûyê û Koza Îpekê nivîsandibû û di vê nivîsê de gotibû ku “Heke ku em niha bêdeng bimînin, paşê fersend û mafê me yê axavtinê namîne. Em êrîşa li ser koma weşanê ya Samanyolû û Zamanê şermezar dikin”. Lê di parêznameyê de cî nedane wan tweetên Atalayî ku gotiye “Yan me baş nedaye famkirin an jî hûn ji bo fam nekin israr dikin, em ne ku cemaetê lê azadiya çapemeniyê, hiqûqê û xwe diparêzin” û di îdianameyê de jî cî girtine.
Hîna jî bersiva serlêdana Dadgeha Destûrî nîne
Tirkiyeyê dema di parêznameyê xwe de behsa hincetên dadgehkirina tewqîfkirî dike sedema ku dadgeh “tehliyeya bimerc” nade, bi nêrîna “dibe ku nehêlin rastî derkevin holê” diparêze.
Di parêznameyê de sedema ku heta niha Dadgeha Destûrî bersiva serlêdana Cûmhûriyetê nedaye jî bi gotina, “piştî hewldana derbeyê serlêdanên şexsî zêde bûne” tê parastin.
70 hezar serlêdan veşartine
Tirkiyeyê di heman parêznameyê de behsa 103 hezar û 496 serlêdanên Dadgeha Destûrî kiriye lê negotiye ku 70 hezar ji van hatine ret kirin.
Her wiha hatiye îdiakirin ku Rewşa Awarte li ser jiyana rojane bandor nekiriye û wiha hatiye gotin; “Tedbîrên ku di dema Rewşa Awarte de hatine standin guhertin li ser jiyana rojane nekirine. Ti gavên ku mafên mingehîn û azadiyan binpê bikin nehatine avêtin”.
“Ne ji ber rojnamegeriyê girtî ne”
Tirkiyeyê di parêznameyê de diyar kiriye ku beyî li bende biryara Dadgeha Destûrî bimînin serî le DMMEyê dane û tenê 2 meh û 6 rojan sekinîne û biryara pêşikidana DMMEyê ya ji bo dozên Cûmhûriyet û rojnamegeran hat rexnekirin.
Tirkiyeyê îdia kiriye ku nivîskar û rêveberên Cûmhûriyetê “ne ji ber xebatên rojnamegerî” hatine girtin û ew naxwazin xebatên rojnamegeriyê asteng bikin. Her wiha gotiye ku azadiya xweîfadekirinê ya ya rojnamegeran nayê astengkirin ku li girtîgehê destûra nivîsandina nameyan jî nayê dayin.
Derbarê serlêdanên DMMEyê de
Ji ber ku di nava serlêxistan de di rêza yekemîn de ye doz bi navê Mûrat Sabûncû Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Cûmhûriyetê ve tê bi nav kirin. Di heman dozê de navê 10 kesên (Murat Sabuncu, Akın Atalay, Kadri Gürsel, Bülent Utku, Turhan Günay, Güray Öz, Mustafa Kemal Güngör, Önder Çelik, Hakan Kara, Musa Kart) ku di operasyona li hemberî Cûmhûriyetê de hatibûn girtin heye.
Wê dadgeh biryarê bide ku bê xala 5emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ya derbarê mafê azadî û ewlehiyê de, xala 10emîn a derbarê azadiya xweîfadekirinê de û xala 18emîn hatiye binpêkirin an na. Xala 18emîn derbarê wan tiştan de ye ku gelo astengkirin ji derveyî armancên hatine pêşbînîkirin tên bikaranîn an na.
Ji ber ku paşê hatiye girtin û ji yên din cuda serî lê daye serlêdana Ahmet Şik nûçegîhanê Cûmhûriyetê weke dosyayeke cuda tê nirxandin. Piştî daxwaza pêvedemê divê Tirkiye di 15yê Çiriya Paşiyê de ji bo serlêdana Ahmet Şikî xwe bi parê ze. (EA/FD)