Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzi bitikîne
Serokê Lijneya Birêveberiya Anadolû Kulturê Osman Kavalayî bi rêya parêzerên xwe ji girtîgehê daxuyaniyek şand. Kavalayî ji bo kesên ku mesajên piştgiriya jê re şandine spasiyên xwe pêşkêş kir.
Mesaja Kavalayî wiha ye:
“Mesajên piştgiriyê yên ji çar aliyên Dinya û Tirkiyeyê tên, ji bo min gelekî binirx in, ez silavên xwe ji bo hemû kesan dişînim. Ez spasiyên xwe ji bo aktorên siyasî jî pêşkêş dikim ku ji serê pêvajoyê heta niha li gel min bûne û temeniyên xwe yên baş pêşkêş kirine.
“Ez rast nabînim derbarê wê lêpirsînê de şîroveyê bikim ku bi awayekî weşartî berdewam dike. “Hêviyên min ew in ku dûr an jî nêzîk wê edalet pêk bê”.
Çi bûbû?
Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.
Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke “Sorosê Tirkiyeyê” bi nav kiribû.
Osman Kavala kî ye?
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belge di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonya, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyên Helsînkiyê, û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kulturevi ye. (ÇT/FD)