Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Stenbolê Cemxaneya Habîbler a Sûltangaziyê rastî êrîşê hat. Nazim Elmas yek ji pîrên Cemxaneya Habîblerî derbarê êrîşê de agahî dan û got ku divê berpirs bên darizandin.
Elmasî behsa bûyerê kir û wiha axivî:
“Îbadeta me roja pêncşemê ye. Duh ber êvarê dema ku rêveber ji bo xwarinê ji cemxaneyê derketine û salon vala maye di navbera saet 06.00 û 06.30ê de hin kesan êrîş kirine. Cama salonê ya ku cem lê tê kirin hatiye şikenandin û sîtileke ku madeyeke agirgir tê de bû avêtine. Kesên li derdorê agir dîtine û xwestine vemirînin û sîtil avêtine derve.”
Nazim Elmasî êrîş şermezar kir û got ku ew hîna nizane êrîş ji hêla kê ve hatiye kirin:
“Piştî bûyerê polîs saet derdora 07.00ê hatine. Şopa tiliyan girtin, dîmen ji kamerayên derdorê standin. Ji ber ku kameraya cemxaneyê xerabe bû, di dema dîmen negirtiye.”
“Divê ne tenê di dema îbadetê de lê her gavê tedbîr bên standin”
Elmasî destnîşan kir ku di van çend hefteyên derbasbûyî de li ser ihtimala êrîşê, polîs di dema îbadetê de tedbîran distînin û got ku divê hêzên ewlekariyê yên fermî tedbîran xurtir bikin:
“Beriya niha bi sê hefteyan, hêzên ewlehiyê diyar kirin ku gilî hatiye kirin ku ihtimala êrîşê heye û ji ber wê jî bi armanca parastinê dê li derdora cemxaneyê bisekinin. Gotibûn ku ‘em ji bo êrîşan asteng bikin nobetê digirin’. Gefxwarin an jî gilîkirin ji bo me nehatin, qasî ku me fam kiriye, ji nava dewletê agahî dane Emniyetê.
“Rojên pencşemê hêzên ewlehiyê yên sivîl di dema îbadetê de tedbîr digirtin. Hefteya borî jî li derve hêzên ewlehiyê hebûn. Duh jî piştî êrîşê saet derdora 07.00ê polîs hatin.
“Lê divê ne tenê di dema îbadetê de di saetên ji derveyî wê de jî tedbîr bên girtin.”
Di nava 5 rojan de 2 êrîş çêbûn
Îro saet di 11.00ê de saziyên Elewiyan li ber Cemxaneya Habîbpelerê li hev kom bûn û civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de gotin; “Em encameke polîtîkayên asîmîlasyon û çewisandina li welatê me heye, îro di bûyera li Cemxaneya Habîblerî dijîn.”:
“Em ji hemû cîhanê re îlan dikin ku bi hêza xwe ya ku ji mîsyona me ya dîrokî distîne, em ê serê xwe netewînin, netirsin û ji rêya xwe venegerin.
“Di nava 5 rojan de em rastî du êrîşan hatin. Di ya pêşiyê de pencereya salona me ya cemê hat şikandin û xwestin ku hundir bişewitînin, duh jî yanî roja ku me îbadeta xwe ya cemê dikir, careke din pencereya salona me ya cemê ku ji bo me pîrozê hat şikandin û duyemîn car xwestin ku Cemxaneya me bişewitînin. Ji bo ku tevliheviyek çênebe me ya pêşiyê xwest di nava xwe de çareser bikin, lê me dît ku ev êrîş biplan û biprogram çêdibin”. (AS/FD)
* Wêne: Zeynel Abidin Koç Serokê Weqfa Danasînê û ya Çandê ya Haci Beşkaşi Welî