Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
12 kesên ku di encama operasyona li hemberî sosyalîstan de hatibûn desteserkirin, hatin girtin. Di nava kesên ku hatine girtin de Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) İsminaz Temel, nûçegihana ETHAyê Havva Cuştan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Özlem Gümüştüş û Sezin Uçar jî hene.
Yên ku hatine girtin ev in
15 kesên ku 19ê Çiriya Pêşiyê hatibûn desteserkirin duh (25ê Çiriya Pêşiyê) derketin pêşberî dozgeriyê.
Piştî îfadeyên li dozgeriyê, Özgen Sadet, Onur Binbir, Hünkar Yurtseven, İlhan Aslan ve İsmail Geçkin şandin 5emîn Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê. İsminaz Temel, Havva Cuştan, Özlem Gümüştaş, Sezin Uçar, Erkan Kakça, Meral Tatar ve Mazlum Demirtaş jî şandin1emîn Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê û hemû kes hatin girtin.
2 kes bi şertê kontrola edlî serbest man
Nihat Göktaş ku salên 1996 û 2000î de ketibû rojiya mirinê û “Wernicke Korsakoff Sendromû” pê re heye, Mehmet Aslan û Ali Düzkün Endamê Partiya Avakirina Jinû ve ya Sosyalîst (SYKP) bi şertê kontrola edlî serbest man.
Li gorî nûçeya ETHAyê rojnameger Temel bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê” hat sûcdakririn û nûçe û fotografên wê weke delîl nîşan dan.
Havva Cuştan a ku ji 2016yê û vir ve li ETHAyê kar dike ji ber şopandina nûçeyan û beşdariya merasîma cenazeyan û parvekirinên medyaya civakî hat sûcdarkirin. Ji ber beşdarî merasîma cenazeyê wan kesan Cuştan bi “endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin ku li Rojava di dema şerê li hemberî DAIŞê de mirine.
Parêzer Sezin Uçar û Özlem Gümüştaş jî ji ber karên wan muwekîlên xwe şopandine bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê” hatin sûcdarkirin ku li Rojava mirine.
Beriya niha jî 2 caran operasyon çêbûbû
Derbarê merasîmên cenazeyan, şîn û daxuyaniyên çapemeniyê yên ku bûne mijara sûcdariyê beriya niha jî du cara doz hatibû vekirin.
Operasyona yekê di 15yê Hezîrana 2016yê de hatibû lidarxistin. Di encama lêpirsînê de doz hatibû vekirin ku 12 jê girtî 37 kes tên dadgehkirin. Yekemîn daneşîna vê dozê di 31yê Çiriya Pêşiyê de wê bi rê ve biçe.
Operasyona duyemîn beriya 1ê Gulanê Cejna Karkeran çêbû. Bi îdiaya ku “Wê di 1ê Gulanê de li Taksîmê çek û molotof bên bikar anîn” operasyon hatibû lidarxistin û 18 kes hatibûn desteserkirin ku 14 ji wan hatibûn girtin. Lê di 1ê Gulanê de çek û molotof nehatibûn bikar anîn û li ser vê rewşê kesên ku hatibûn girtin dîsa bi beşdariya merasîmên cenazeyan û daxuyaniyên çapemeniyê hatibûn sûcdarkirin. Di nava kesên ku hatibûn desteserkirin de xebatkara ETHAyê Meşale Tolû jî heye. Daneşîna yekem di 11yê Çiriya Pêşiyê de çêbû û ji 18 kesan 8 kes hatin tehliyekirin, 6 kes jî girtî man. (EA/FD)