Dadgeha Ewropayê serlêdana Akademisyenên Aştîxwaz ret kir
![Dadgeha Ewropayê serlêdana Akademisyenên Aştîxwaz ret kir](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/190/871/original/akademi510.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana akademisyan a ji bo binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ret kir ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) ji kar hatibûn avêtin.
Serlêdan ji hêla 54 Akademisyenên Aştîxwaz di 15yê Hezîrana 2017yê de hatibû kirin ku piranî ji Zanîngeha Enqereyê ne.
Ji Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê Alîkarê Doçent Doktor Kerem Altiparmak tevlî Prof. Dr. Yaman Akdenîz akademisyenê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bîlgiyê rehbera serlêdanê amade kirine. Kerem Altiparmakî got, DMMEyê bi vê biryarê re li dijî biryarên xwe tevgeriya ye.
“Di vê qonaxê de rêya DMMEyê hat girtin”
“Serlêdana Komisyona Rewşa Awarteyê pirsgirêka Akademisyenên Aştîxwaz a derbarê azadiya xweîfadekirinê de çareser nake û divê lêkolînek cuda li ser bê kirin. Bi vê nêrînê me ev rehber amade kir.
“Beriya niha dema ku komisyon hat avakirin serlêdana hemû kesan ret kiribû. Di mijara lêkolîno van argumanên nu de em bi hêvî bûn. Lê ji bo Akademisyenên Aştîxwaz ên ku ji kar hatine dûrxistin di vê qonaxê de em dikarin bibêjin ku rêya DMMEyê hat girtin.
“Komisyona Rewşa Awarte hîna dest bi xebatê nekiriye”
“Niha divê em li bende Komisyona Rewşa Awarte bin. Li ser vê biryara ku derketiyê dê serî li daraza îdarî bidin. Heke ku li wir biryarên gelekî standart derkevin dibe ku careke din serî li rêya DMMEyê bidin. Em nizanin bê wê çiqasî berdewam bike, ji ber ku her çiqas komisyonê serlêdan qebîl kiribe jî hîna dest bi xebatê nekiriye.”
“DMME ne li gorî biryarên xwe tevdigere”
“DMME ne li gorî biryarên xwe tevdigere. Sedema wê zêdebûna kar e, lê mirov nikare vê bi zêdebûna kar re binirxîne. Wê gavê li şûna ku mirovan mexdûr bikin divê ji bo barê li ser milê dadgehê kêmbikin li çareyan bigerin.” (TP/FD)
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"
![Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/260/181/original/kucik.jpeg)
LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan
![Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/239/192/original/dedef.jpg)
Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin
![Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/231/890/original/levent.jpg)
“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”
![“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/230/136/original/cudi.jpg)
Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
![Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/227/017/original/akademisyen.jpg)