Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Tûgrûl Eryilmaz ji ber ku ji bo rojnameya Ozgûr Gûndemê bûbû berpirsê nobedar ê weşanê Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê salek û 3 meh cezayê girtinê û 6 hezar cezayê pereyî da wî. Cezayê wî hat paşdedan.
Dadgeha Cezayên Giran a 22. a Stenbolê ku li Çaglayanê ye ji bo Tûgrûl Eryilmazî biryar da. Dadgehê bi sûcê “propagandakirina ji bo rêxistina terorê” 15 meh cezayê girtinê û ji bo “belavkirin û çapkirina daxuyaniyên rêxistinên terorî” 6 hezar (lîre) cezayê maddî da Yilmazî.
Bixwîne - Ji bo rojnameger Tûgrûl Eryilmazî ceza hat xwestin
Dozgerê dozê Ugur Kaan Arisoy e.Tûgrûl Eryilmaz bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê hat dadkirin.
Yek ji bersûcan Zeki Kayarî bi Sîstema Deng û Dîmenan(SEGBIS) bi zimanê Kurdî ji Girtîgeha Bandirmayê axivî.
Parêzerên Ozcan Kiliç û Merîç Eyûboglû ji ji bo parastinê axivîn.
Tûgrûl Eryilmazî got:
“Rojnamegerên baş dixwazin mijarên pevçûnê ji bo meydanên gengeşiyê bikêşin.
“Ne bi tenê ez vê yekê dibêjim. Rojnamegerên Amerîka û Brîtanyayê jî vê yekê dibêjin ku min ji wan perwerde standiye.
“Min xwe wek rojnamegerekê berê parstibû. Ev diêşim ku li vê derê me. Tişteka dî ya ez bibêjim nîne.”
Parêzera Merîç Eyûpoglûyê got:
“Li gor Qanûna Çapemeniyê çênabe mesûliyet li ser kesekê bi tenê rojekê bûyî berpirsê weşanê hebe.”
Tûgrûl Eryilmaz kî ye?
Ji roja ku hatiye avakirin weke berpirsê weşanê yê Radikal İkiyê kar kiriye ku di sala 1996ê de dest bi kar kiribû. Di sala 1969ê de Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qedand. Demekê li Îngiltereyê perwerdeya xwe berdewam kir. Piştî ku li heman fakulteyê mastera xwe qedand, li Navenda Nûçeyan a TRTyê dest bi rojnamegeriyê kir. Demekê li Dibistana Bilind a Çapemenî û Weşanê ya Zanîngeha Enqereyê dersên ragihandinê da. Di sala 1981ê de dest ji karê zanîngehê berda.
Li Stenbolê de kovarên weke Nokta, Yeni Gundem, Tempo û Sokakê û rojnameyên Cumhuriyet û Yeni Asirê de kar kir. Li fakulteyên ragihandinê yên Zanîngehên Enqere, Bahçeşehir, Bilgi, İzmir Ekonomi û Kadir Hasê dersên rojnamegeriyê da. Di hin programên sînemayê yên televizyonan de kar kir. Şêwirmendiya fîlmên sînema û rêzefilman dike. Avakar û endamê Lijneya Birêveber ê Weqfa Ragihandinê IPSyê ye. Hezkiriyê Rolling Stones û Marianne Faithfullê ye.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin.
Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan.(TP/MB)