Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Girava Mezin 11 mafparêzan ji ber ku civîneka bi navê Ewlehiya Mafparêzan pêk anibûn hatibûn desteserkirin. Ji 11 mafparêzên desteserkirî neh mafparêz hatine girtin.
Dema dadkirina mafparêzan eşkere bû. Li gor biryara Dadgeha Cezayên Giran a 35. mafparêz dê di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê de siet 10.00ê li Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya 14. bêne dadkirin.
Hulya Gûlpinara parêzer nerazîbûna xwe diyar kir ku ji beriya parêzer pê bihaesin dîroka dadkirinê ji bo medyayê hatiye gotin.
Parêzerê got:
“Divê mafparêzên ji sed rojan zêdetir e bi awayekê neheqane hatine girtin di dadkirinê de bêne serbest berdan. Heta ku divê hima îro bêne berdan.”
Çi bûbû?
İdil Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), İlknur Üstün (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Özlem Dalkıran (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Günal Kurşun (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Veli Acu (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Nejat Taştan (Eşit Haklar İzleme Derneği), Şeyhmus Özbekli (Hak İnisiyatifi), Ali Garawi (İsveç vatandaşı insan hakları eğitimcisi), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin û di 18yê Tîrmehê ya 2017yê de hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man.(ÇT/MB)