Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan li Zanîngeha Stenbolê mudaxeleyî xwendekaran kir û 67 xwendekar bi lêdan desteser kirin ku xwendekaran dixwest bîranîna Qetlîama Enqereyê ya 10ê Çiriya Paşiyê lidar bixin.
Xwendekar li Bexçeyê bi Hawiz yê li Kampusa Navendî ya li Beyazitê hatin ba hev û ji bo 102 kesên di qetlîamê de hatibûn kuştin deqîqeyekê rêz hat girtin. Paşê jî xwendekaran xwestin ku daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Lê polîs ketin nava zanîngehê û mudaxeleyî xwendekarên ku li bexçeyî bûn kirin.
Li gorî agahiyên ku xwendekarekî dane, milê kesekî ku hatiye desteserkirin şikestiye. Hin xwendekar jî ji ruyên xwe birîndar bûne.
Polîsan li du vê bûyerê mudaxele li wan xwendekaran jî kirin ku ji bexçe û kantînê ber bi deriyê mezin ê zanîngehê ve hatibûn.
Hat diyarkirin ku polîsan xwendekarên desteserkirî birine Qereqola Beyazitê. (TP/EKN/FD)