Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Tirkiyeyê ji 2013ê heta niho 20 caran bi bombeyan êrîş hatine kirin. Heft caran li Stenbolê, çar caran li Diyarbekirê, sê caran li Enqereyê êrîş hatine kirin. Li bajarên Mêrdîn, Izmîr, Colemêrg, Hatay, Rûha û Dîlokê jî êrîş hatine kirin.
bianetê nûçeyên êrîşan berhev kir. Li gor agahîyên berhevkirî 11 caran rasterast êrîş li sivîlan hatine kirin û di van êrîşan de 365 kes mirine.
Bixwîne - Polîsan êrîşî wan kesan kiriye ku wan xwestiye biçin cihê mirov bikomî hatibûn kuştin
Nemh caran êrîş li mal û warên leşkeran hatine kirin. di wan êrîşan de 74 çekdarên fermî mirine, 93 sivîl mirine.
Di êrîşan de hejmara birîndaran zêde ye lê hejmarek berdest nehat peydakirin.
Bixwîne - Du sal borîn, 30 birîndar hê jî têne dermankirin
Rayedarên dewletê di van pênc salan de her car gotin “êrîşa terorî ya xayînan...” lê ti rayedaran ji ber bûyeran dest ji kar û postê xwe berneda. (TP/HK/MB)