Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê dersdar Ayşe Çelîkê hat pesendkirin ku bi rêya telefonê beşdarî weşana zindî ya programa Beyaz Şovê bibû ya di Kanal Dyê de bibû û gotibû ku “Bila zarok nemirin”.
2yemîn Cezayê Giran a Bakirkoyê di 26ê Nîsana 2017yê de bi îdiaya ku “propagandeya rêxistina terorê” kiriye salek û 3 meh cezayê girtîgehê dabû Çelîkê, parêzerên wê li dijî vê biryarê derketibûn û îtiraza xwe kiribûn.
Mahsûnî Karaman parêzerê Ayşe Çelîkê ji bianetê re axivî û diyar kir ku bi vî cezayî re dixwazin mesajê bidin ciwanan:
“Ayşe Çelîkê di programeke ku bi giştî ji hêla ciwanên apolîtîk ve tê şopandin de mesaja ‘Bila zarok nemirin’ da û pêşkêşvan, mêvan û temaşevanan çepik ji bo wê lêdan. Ev, ji bo desthilatdariyê rewşeke xeter bû.”
Parêzer Karaman: Piştî zayînê wê bikeve girtîgehê
“Ayşe Çelîk ducanî ye û di demeke kurt de wê zarokek jê re çê bibe. Ji ber vê sedemê em nafikirin ku wê zayîn li girtîgehê çê bibe.
“Ji ber ku wê di nava meha pêşiya me de zayîn çêbibe şensê me heye ku em di çarçoveya yaseya înfazê de ketina wê ya girtîgehê bipaş de bixin”.
“Ne azadiya xweîfadekirinê lê ya ramanê tê nîqaşkirin”
“Di rewşên wisa de em azadiya xweîfadekirinê nîqaş dikin lê li vir di esasê de azadiya raman û rayê tê nîqaşkirin.”
Çi bûbû?
Di 8ê Kanûna Paşiyê ya 2016yê de dersdar Ayşe Çelîk ji Amedê beşdarî programa Beyaz Şovê bibû ku di Kanal Dyê de tê weşandin. Çelîk ji bo ku balê bikişîne ser bûyerên li bajarên Kurdan diqewimin û wê gotibû ''bila zarok nemirin, bêdeng nebin.''
Piştî bûyerê Serdozgeriya Amedê bi tometa propagandaya terorê doz li Ayşe Çelîkê vekiribû, di heman demê de Serdozgeriya Stenbolê jî doz li Kanal Dyê vekiribû.
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan jî 900 lîre ceza dabû qenalê.
Komeke nivîskar, hunermend û akademisyenên ku digotin daxwaza aştiyê ne sûc e piştgiriya Ayşe Çelîkê kirin û bi gotina “Heke gotinên dersdar Ayşeyê sûc bin em jî şirîkê vî sûcî ne” giliyê xwe kiribûn.
Kesên ku giliyê xwe kiribûn ev bûn:
hmet Dindar, Ayşe Erzan Silier, Ayşegül Akış Devecioğlu, Ayşegül İyidoğan, Bayram Bahri Belen, Dilek Gökçin, Ercan İpekçi, Ergin Cinmen, Ferhat Tunç, Gençay Gürsoy, Gülseren Onanç, Gülşen Denizhan, Gürhan Ertür, Gürkan Develi, Halim Bulutoğlu, İbrahim Akın, İbrahim Sinemillioğlu, Kemal Özgül, Mahmut Konuk, Mehmet Tursun, Mevlüt Ülgen, Murat Çelikkan, Nazmiye Özen, Nergiz Ovacık, Neşe Yaşın, Nil Özsoy Dindar, Orhan Alkaya, Orhan Silier, Oya Baydar, Perihan Pulat, Pınar Önen, Şanar Yurdatapan, Sibel Özbudun Demirer, Süleyman Eryılmaz, Temel Demirer, Türkcan Baykal, Üner Eyüboğlu û Vecdi Sayar.
Derbarê 38 kesan de di 27ê Nîsana 2016yê de doz hatibû vekirin.
Dozê di 23yê İlonê de dest pê kiribû û Çelîkê diyar kiribû ku ew li pey gotinên xwe ye û daxwaza aştiyê ne sûc e.
2yemîn Cezayê Giran a Bakirkoyê di 26ê Nîsana 2017yê de bi îdiaya ku “propagandeya rêxistina terorê” kiriye salek û 3 meh cezayê girtîgehê da Çelîkê.
Çêkerê bernameyê û 38 kesên din di dadgehê de gotin ku ew weke Çelîkê difikirin. Dadgehê biryara beraata wan da. (EKN/FD)