Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Neteweyên Yekgirtî (NY) aşkere kir ku îsal il tevahiya cîhanê ji 4 hezaran zêdetir penaber mirine.
Li gorî agahiya ku Joel Millman Berdevkê Rêxistina Koçê ya Navdewletî yê NYyê (IOM) daye, tevî sala 2017yê çar salên dawiyê salê ji 4 hezaran zêdetir penaber mirine.
Milmman li Ofîsa Cenêvê ya NYyê di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku di sala 2016yê de sînorê 4 hezaran 3ê Hezîranê, di sala 2015yê de 27ê Tebaxê û di sala 2014yê de jî 2yê Cotmehê hatiye derbaskirin.
Millmanî got; “Îsal 2 hezar û 556 penaber mirine ku xwestine Behra Spî derbas bikin û biçin Ewropayê”.
Li gorî daneyên NYyê îsal hejmara penaberên ku Behra Spî derbas kirine û çûne Ewropayê 133 hezar û 640e. Her wiha sedî 75ê penaberên ku çûne Ewropayê pêşiyê gihiştine Îtalyayê.
Daneyên IOMê aşkere dikin ku îsal 45 penaberan xwestiye Behra Egeyê derbas bikin û biçin Yewnanîstanê lê mirine.
Millmanî her wiha destnîşan kir ku 263 penaber li ser sînorê DYA-Meksîkayê mirine.
Li Kocaeliyê belema penaberan noqav bû
Îro li peravên Kocaelî/Kefkenê belema ku penaber têdebûn noqav bû û di encamê de 5 penaber mirin. (YY/FD)
Fotograf: AA / Arşîv