Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gund û gundikên navçeyên Hezro, Qulp, Farqîn û Liceyê yên Amedê biryara qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Biryar ji saet 05.00ê 21ê Îlona 2017yê heta ragihandina duyem wê berdewam bike.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê, biryara qedexeya derketina derve bi wê mebestê hatiye standin ku di dema operasyona li hemberî endamên rêxistinê de can, mal û milkên welatiyan bê parastin û welatî zerarê nebînin. Biryar li gorî xalên Yaseya Birêvebirina Bajarî ya hejmar 5442yê hatiye standin.
Herêmên ku derketina derve lê hatine qedexekirin wiha ne:
Gundên Budak, Dallıca, Tepe, Türeli, Kabakaya, Kutlu, Yalaza, Ortaç, Bağlan, Oyuklu, Çavundur, Dolunay û gundikên Hevselbey, Kolbağı, Alataş, Kalkanlı, Bakanlar, Hacıcemil, Esenli, Çaylarbaşı, Göçer, Kerpiçören, Çanak ên Liceyê,
Gundên Çitlibahçe û Ormankaya û gundikên Güzdamı û Şahgeldi yên Hezro yê,
Gundên Mutluca, Çaldere, Dolaplıdere û Dağçılar û gundikên Üçdirek, Ergeçiti, Kayabağı û Erkenciler ên Farqînê,
Gundên Çukurca, Demirli, Düzce, Bayıkköy û Taşköprü û gundikên Zümrütlü, Keçiveren, Yukarıpolat, Aşağıpolat, Mevik û Taşköprü yên Qulpê. (NV/FD)
Fotograf: Arşîv