Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Daneşîna pêşiyê ya doza akademisyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakçayî duh (14ê Îlona 2017yê) li 19emîn Cezayê Giran a Enqereyê birêve çû ku Gulmen û Ozakça bi daxwaza vegera karên xwe 190 roj in di greva birçîbûnê de ne û girtî ne.
Dozgerî di daneşînê de daxwaza lêkolîna wan dozan kiribû ku derbarê Acûn Karadag, Semîh Ozakça û Nûriye Gulmenê de hatine vekirin. Her wiha ji ber ku Ozakça û Gulmenê hîn xwe ne parastine daxwaza berdewamiya girtîtiya wan kiribû.
Parêzerên dersdêran daxwaza beraata wan kiribû ji dadgehê.
Dadgehê di biryara xwe ya demkî de daxwazên serbestiyê ret kir û biryara berdewamiya girtîtiyê da.
Dîsa hat qebûlkirin ku heta daneşîneke din dema xweparastinê bidin Acûn Karadagê.
Doz wê di 28ê Îlonê de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike.
Ozakça û Gelmen neanîn dadgehê
Fermandariya cendermeyan a Girtîgeha Sîncanê bi hinceta “ewlekariyê, ji ber ku hejmara cendermeyan kêm e û şert û mercên tenduristiyê” Gulmen û Ozakça neanîn dadgehê.
Acûn Karadag, bersûcê dozê, mamosteyê hatiye ixrackirin û çalakvanê Kolana Yukselê beşdarî daneşînê bu ku bêyî girtîtiyê tê darizandin.
Dersdêr bi sûcên “Endamtiya rêxistina terorê ya çekdar, muxalefeta li hemberî Yaseya Civîn, Xwepêşandan û Meşan a hejmar 2911ê û propagandeya rêxistina terorê” tên dadgehkirin.
18 parêzerên Gulmen û Ozakçayî beriya daneşînê bi du rojan hatibûn desteserkirin. Ji ber wê nêzîkî 200 parêzer û serokên baroyan ji bo parastinê li dadgehê bûn. Her wiha 1030 parêzeran jî dokumenta karbidestiyê dan.
Gulmen û Ozakça
Herdu dersdêrên Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakça di greva birçîbûnê de ne û niho li girtîgehê ne.
Gûlmen û Ozakça bi Biryarnameyeka di Hikmê Qanûnan de ji karê wan hatibûn avêtin û ji bo ew li karê xwe vegerin wan dest bi greva birçîbûnê kiribû. (BK/EA/FD)