Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cenazeyê Tûglûkê duh bi şev bi otobuseke taybet ji Enqereyê ber bi Dêrsimê bi rê ket û li Dêrsimê li Taxa Ataturkê ji hêla komekê hat pêşwazîkirin ku Parlamenterên HDPyê Meral Daniş Beştaş, Feleknaz Ûca û Alîcan Onlu jî di nav de bûn. Aysel Tûglûk ji ber ku dema destûra wê ya ji girtîgehê standiye qediya nekarîbû beşdarî rêûresmê bibe.
Ji bo Xatûn Tûglûkê li Cemxaneya Komeleya Alîkarî û Belavkirinê ya Çandê ya Haci Bektaşi Velî rêûresma cenazeyê birêve çû. Paşê jî ew li Goristana Hemdem a li Taxa Ataturkê veşartin.
Çi Bibû?
Cenazeyê Xatûn Tûglûkê piştî rêûresma cenazeyê ya li Cemxaneya Pirsûltan Abdal a Ergazî ya Batikenta Enqereyê, ji bo binaxkirinê birin goristana Încekê. Lê di dema rêûresmê de û paşê wê, komekê bi dar û beran êrîş birin ser cenaze û gefa derxistina cenazeyî kirin, malbata Tûglûk ji bo cenaze rastî êrîşê neyê biryar girtin ku wî ji wir derxin.
Komê sloganên nijadperestî û yên cudaxwazî yên weke “Li vir cenazeyê şehîdî heye, em nahelin hûn li vir cenazeyê terorîstê binax bikin. Ev der ne goristana Ermeniyan e” û “Em nahêlin hûn Kurd, Elewî û Ermeniyî li vir binax bikin! Heke ku hûn binax bikin jî em ê derxin û parçe bikin” berz kirin.
Aysel Tûglûk a ku 9 meh in li Girtîgeha Kandirayê tê girtin û bi destûrê beşdarî rêûresmê bûye, ji hêla cendermeyan ve ji goristanê hat derxistin.
Serdozgeriya Komarî ya Golbaşi ya Enqereyê derbarê êrîşê de lêpirsîn vekir. (NV/FD)