Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ozlem Dalkirana ku yek ji mafparêzên li Girava Mezin hatî girtin e, li Girtîgeha Sîlîvrîyê girtî ye, wê nameyek ji bo Rojnameya AGOSê şand. Dalkiranê eşkere kir ku rewşa ew tê de ye rewşeka “absûrt” e.
Bixwîne: Parêzera Ozlem Dalkiran û Nalan Erkemê li girtîgehê ew dîtin
Ozlem Dalkiran ku li Girtîgeha Sîlîvrîyê girtî ye nameyek ji bo Rojnameya AGOSê şand. Beşên nameyê ev in:
Ji roja em hatîn desteserkirin heta niho bi xêra hevgiriya ji rêzê der ya komên mafparêz ên navneteweyî û neteweyî me hêza xwe parastiye.
Me qet dest ji baweriya xwe, ya kiriyarên xwe û têkoşîna ji bo mafan bernedaye û digel wan kesên li nik me cih digirin em xwe bihêztir hest dikin.
...
Min ji destpêkê ve digot û ez dîsa dibêjim
Baş e ku hûn hene,
Baş e ku em hene,
Ji bo hiqûqê, ji bo edaletê, ji bo mafên mirovan...
Çi bûbû?
Di 5ê Tîrmeha 2017ê de li Girava Mezin a Stenbolê, komek mafparêz ên ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatin desteserkirin.
Mafparêzên polîsan ew desteser kirîn ev in:
İdil Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), İlknur Üstün (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Özlem Dalkıran (Komeleya Welatiyan a Helsînkîyê), Günal Kurşun (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Veli Acu (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Çavdêriya li Mafên Wekhev), Şeyhmus Özbekli (Însiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Dersdêrê mafên mirovan yê ji Swêdê), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan)
Idil Eser, Ozlem Dalkiran, Nalan Erkem, Alî Garawî, Peter Steudtner û Îlknûr Ûstûn di girtîgehan de ne.
Ozlem Dalkiran kî ye?
Endama Komeleya Yurttaşlikê(Welatîbûn) ye. Wergêr, nivîskar û aktîvîst e. Yek ji wan kesên Komeleya Welatiyên Hellsînkîyê ye, navê komeleyê paşê bû, Komeleya Welatîbûnê.
Yek ji wan kesên Berpirsiyarîya Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê ye. Ew du dewran bû serok û dewrekê bû berdevka heman rêxistinê. Wê xebateka bi navê "Sînema û Mafên Mirovan" pêk anî. Ew koordînator Bernameya Penaberan a Komeleya Welatiyên Hellsînkîyê bû.
Yek ji xebatkar û nivîskarên berê yên bianetê ye. Yek ji endamên Lijneya Xelata Weqfa Hirant Dînkî ye. Wek wergêra serbixwe dixebite. Nikare bêyî çayê vexwe bijî.
(EKN/MB)