Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rapora xwe ya derbarê kiryarên xirab ên ku li ser gundiyên Şapatan ê hatibûn kirin de aşkere kir. Gundê Şapatanê (Altinsû) ya bi ser navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ve ye.
Di raporê de vegotinên Şapataniyên ku rastî gef, heqaret û derbkirinê jî cî girt.
Heyeta HDPyê daxwaz kir ku berpirsiyar bên dîtin û bên dadgehkirin.
Kesên ku di nava heyetê de cî girtin wiha ne; Parlamenterê Colemêrgê Nîhat Akdogan, Parlamentera Bedlîsê Mizgîn Irgat, Endamê Meclîsa Partiyê Ozgur Zeydanoglû, Hevserokê Colemêrgê Metîn Besî, Hevserokê Şemdînliyê Felem Akar, Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emîn Sarî û rêveberên HDPyê yên Şemzînanê.
Şapataniyan vegotin
Bunyamîn Atabak ji heyetê re axivî û diyar kir ku “Ew û bavê xwe pêxwas li ser hûrikên caman hatine meşandin, piştî ku hatine desteserkirin jî bêyî ku derbarê wî de karekî fermî bê kirin serbest hatiye hiştin”.
Diyar kir ku ji bo dermankirin û standina rapora derbê çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê lê li vir doktor E. Ç. Ji wan re gotiye ku “Hûn ji gundê Şapatanê ne. Hûn terorîst in” û ew derman nekirine.
Gundiyên din yên ku ji bo standina raporê çûne nexweşxaneyê jî ragihandin ku heman doktorî ji wan re gotiye, “Kesê ku dilê wî bişewite dilan dişewitîne. Ev gelekî normal e”.
Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) aşkere kir ku ji bo lêpirsîn derbarê vî doktorê de destpê bike ew ketine nava liv û tevgerê.
“Li keça min a 6 salî jî xistin”
Necmettîn Korkmaz ê 37 salî behsa wan qewimînan kir ku bi hevjîn û du zarokên xwe re dijî:
“Nîvê şevê saet derdora 01.30yê de bişid li deriyê malê dan, bêyî ku ez karibim tiştekî li xwe bikim, min bi tirs derî vekir. Tîmên taybet ên ku ketin hundir, bêyî tiştekî bipirsin li mi dan. Hevjîna min ji bo ku min biparêze xwest bikeve navberê lê li wê jî dan.
“Dijûn û heqaretên giran dikirin. Di vê demê de keça min a 6 salî hişyar bû, giriya. Dema ku min got ‘keça min digirî’, bi gotina ‘Ma wê hevalê min bi şûn de bîne?’ û li wê jî dan. Heqaretên negotî li jina min kirin.”
“Dema ku min derî vekir berê çekê dan serê min”
Hacer Elmas ê 39 salî yê ji heyeta HDPyê re behsa wan tiştan kir ku di encama serdegirtina mala xwe de li ser derîvekirinê polîsan berê çekê dan serê wî:
“Nîvê şevê saet derdora 02.00ê tîmên taybet li deriyê mala me dan. Ez zûbizû rabûm û ji bo ku derî neşikînin min derî vekir; min derî vekir venekir berê çekê dan serê min. Min li erdê rast kirin, diqîriyan û heqaret li min dirikin.”
Çi bûbû?
5ê Tebaxê saet derdora 22.00ê li derdora gund pevçûnek çêbûye û polîsek hatibû kuştin. Paşê bi îdiaya ku “ji gund gule berdan” girtin ser gund.
Şapataniyên ku li qada gund hatin komkirin, lêdan xwarin, rastî heqaret û gefan hatin, deriyên malên wan hatin şikandin.
6 kesên ku hatin desteserkirin beriya ku teslîmî qereqolê bên kirin nêzîkî çar saetan li nêzîkî mizgefta navendê li erdê bi ser rû hatin hiştin. Pê li wan kirin, pehîn li wan dan. Li gorî daxuyaniya HDPyê nêzîkî 100 kes rastî îşkence û kiryarên xirab hatin, bi giştî 36 kes birîndar bûn.
Derbarê bûyerê de giliyê wan kesên ku ev kiryar kirine hat kirin û polîs ji kar hat dûrxistin. (AS/FD)