Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) derbarê binpêkirina mafan ên di dema qedexeya derketina derve de daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daneyên Navendê, ji 16ê Tebaxa 2015yê ku di vê dîrokê de cara pêşiyê qedexe hat ragihandin, heta roja îro li 11 bajaran û herî kêm li 45 navçeyan, qasî ku hatiye tespîtkirin, herî kêm 252 rojan û bêdem biryarên qedexeya derketina derve hatin ragihandin.
Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî serjimêrîya beriya qedexe destpê bikin, di serî de mafên kesên ku li van navçeyan dijîn gelek maf hatine binpêkirin:
“Li gorî serjimêriya 2014yê ev mafên yek milyon û 809 kesan hatine binpêkirin ku li wan navçeyên qedexe lê hatine ragihandin dijiyan: Mafê azadiyê û ewlekariyê; mafê hurmetê yê li hemberî jiyana taybet û malbatî; azadiya kombûnê; azadiya birêxistinbûnê, azadiya dînê, azadiya danûstandina zanyariyan; mafê parastina milkan; mafê perwerdeyê; îşkence û qedexeya pêkanînên biçûkxistinê yan jî dijmirovatiyê, mafê jiyanê û mafê hevgirtina laşî.”
Navendê her wiha derbarê vê rewşê de nexşeyek jî amade kiriye.
(AS/FD)