Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Murat Çelîkkan ji ber ku rojekî ji bo piştgirîdanê bûbû berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê, Dadgeha Stenbolê bi tometa “propagandayê” 18 meh cezayê girtinê da wî.
Rojnamegeran boi nîşana #GazetecilikHapiste xwestin piştgiriyê bidin Murat Çelîkkanî.
Çelîkkan dê 45 rojan di girtîgehê de bimîne heke bi yasaya serbestîya bi kontrolê dernekeve dê 13 mehan li girtîgehê bimîne.
Murat Çelîkkan
25 sal in rojnamegeriyê dike û di vê demê de weke nûçegihan, edîtor, qunciknivîs û berpirsê weşanê kar kiriye.
Di tevgera mafên mirovan a Tirkiyeyê de bi awayekî aktîf kar kir. Yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ya Tirkiyeyê, Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û di rêveberiyên wan de cî girt. Derbarê pirsgirêka Kurdan û etîka medyayê de di projeyan de kar kir.
Ji 2010an û vir ve dîrektoriya Navenda Bîr Edalet û Rastiyê dike ku yek ji avakarên wan e.
Çi bûbû?
Mûrat Çelîkkan ji bo piştevaniya kampanyeya rojnameyê di 28ê Gulana 2016an de bûbû Berpirsê Weşanê yê Nobedar.
Di daneşîna li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de hat dîtin, dadgehê di 16yê Gulana 2017yê de biryar girtibû ku Çelîkkanî ji ber “propagandeya rêxistina terorê” ceza bike. Heyeta dadgehê ya di bin serokatiya Bulent Dalkiran û endamên heyetê Pinar Gezen Atanîan û Kadrî Arslanî pêk hatibû bi daxuyaniya xwe ya “Ji ber bersûcî bi sekna xwe nîşan nedaye ku têra xwe poşman bûye” ji cezayê Çelîkkanî tiştek danexist û ceza bipaş de nexist.
Mûrat Çelîkkanî di daneşîna 17yê Gulana 2017yê de xwe parastibû û behsa wî tiştî kiribû ku ew 3 nûçeyên di roja berpirsiyariya wî de hatine weşandin çima nabin “Sûc”. (HK/FD/MB)